Lütfen bekleyin..


Abdurrezzak ÇELİK

Mezin Bıbe Ey Serleşker, Û Qudsê Feth Bike!

27 Aralık 2017, 14:01 - Okunma: 4121

Ey Qudsa Pîroz,

Ey başarê pêxemberan,

Ciyê herî nêzîkî asîmanan...

 

Ey mabeta ezîz û bi 'izzet û ça'v bi rondik!

Helbet pevgihana me nêzîk e...

 

Ey bajarê pak û paqij, baxê ku Resûlellah ziyaret kirî...

 

Dîsa çavê te bi hizn e, kolanên te tenha, kulîlkên te çilmisî, baxên te bêxwedî ne.

 

Ey Qudsa Pîroz e bi 'îzzet!

Ey bajarê bi qedr û qîmet!

Tu ya me yî û her tê ya me be

Em ê rondikê ça'vê te ziwa bikin

Em ê bisekinênin neyarên te.

Lewra em in warîsê Selaheddîn em ê bi qewirênin dagirkerê Siyonîst...

 

Lawê min, şêrê min!

Ji me nepirse xeflet û razana li ser me misilmanan û nepirse bê em çima wiha bêdeng in. Tu rabe, tu hişyar be û mezin be êdî. Mezin be da ku ev esareta evî bejarê pîroz hew dirêj bibe...

 

Ez zanim hîna tu pitikê çil rojî yî!

Lê belê bizan ku pêwist e tu ji bo ûmetê hişyar bibe û mezin bibe û bi bayê bezê Qudsa Pîroz feth bike.

Wext wextê giriyê nîne, wext wextê xebat û cîhadê ye.

 

Xatiran ji dayika xwe bixwaze. Û ehd û peyman bide ku heta Qudsa me rizgar nebe aramî nakeve van dilan de.

 

Kurê min, Emîr Huseynê min, delalê ber dilê min!

Bêdengiya me xerabûna Mizgefta Aqsa'yê ye,

Sukûta me berzebûna Qudsa me ye.

 

Em di nav îmtîhanên zor û dijwar de ne Ezîzê min.

Lê belê jibîr neke egîdê min; îmtîhanên zor û dijwar, merivên xurt û zexm derdixin holê. Merivên xurt û zexm jî biryarên bihêz û pihêt didin û dawiya dawî mizgîniya fethê didin.

 

Ey serleşker!

Ey mîrê serleşkeran!

Armanca me ne ewe e ku em Cihûyan mehû bikin. Lê belê ji bîr neke ku emr û ferman li me hatiye dayîn ku em Sîyonîzmê, em îşgala wanî mirdar û em encama dagirkeriya wan ji holê rakin û em herûher di nav vê cehd û xebatê de bin.

 

Jibîr neke berxê min, Huseynê min!

Rizgarkirina Qudsa Pîroz ne ji destê wan kesê ku dibêjin e "Kurê min tê serê xwe kê belayê de" ye. Azadkirina Qudsa Pîroz bi feryad û qêrînên "can û jiyana me fedabe ji Eqsa yê re" ye...

 

Zana û bîrewer be lawê min!

Lewra qethiyen di rêyên rast re meriv naderkevê xerabiyê. Em û mezinên xwe ji heman kûl û êşan hatine dinê û dikine zarezar. Me Qudsa xwe ya pîroz herûher hêsîr dît, herûher xemgîn dît. Bila nifşên piştî te Qudsa me dîl û hêsîr nebînin egîdê min!

 

Hewar ke, biqêrîne digel dagirkeran, digel xwedênenasan, bibêje; " لَااِلَهَاِلَّااللهْ " û bibin yek digel hevalên xwe.

 

Bibin yek dibin ala Îslamê de

Biqîrin heq û heqîqetê bi îzzet.

Qîmet û rûmeta me ye Qudsa me...

Sond û ehd be heya azad nebe ew em jî nasekinin.

..

 

Ey rêzan Huseyn!

Dibe ku gewdeya te piçûk be

Lê armanc û daxwaza te mezin e.

Dibe ku tu pêşerojê neguherê ne

Lê tu karê paşerojê biguherê nê.

Tu yê Qudsa Pîroz rizgar bike

Dê Qudsa Pîroz jî me rizgar bike Ey rêzan Huseyn!

 

Biizna Xwedê dawe û doza Qudsa Pîroz dê me hişyar bike ji vê xewa giran.

 

Lawê min! agahdar be ku Xwedê Te'ala barê ku tu ranagirê li te bar nake.

 

Bê xebat meriv serkeftî nabe.

Ji lew nesekin e!

Bi lebite, bilive!

Xem mexwe!

Her tim bi hêvî be û bawer ke!

Encama sebr û sebatê nêz e.

Tevlî van şîn û birînan...

 

Belê ezîzê min! bi ezet û rûmet mezin bibe!

Bi tefêne evî agirî,

Bi qewirêne evan xwînmijan...

 

Berxê min, delalê min Huseyn!

Mîna şehîdê mêrxas ku diqîrî li wan warê wêran de tu jî biqîre; "Dengê ku zilm digirê dê bibe qîr û fîxan. Û dengê hin kesên mirî ji yên ku sax in bêhtir e"

 

Belkî hîna tu bebekî û tu naştexile. Lê belê bizan e ku tekbîreke te dê bibe best e hesteke hişyariyê ji umetê re.

 

Kurê min! qenc guh bide gotinên min û wiha bizane ku Îsraîl terorîst e. Dê her tim jî terorîst be ku bimîne li dinyayê. Kesên terorîst jî ji xeberdanên xweş fêm nakin.

 

Tu bibe Omer û Selaheddîn

Tu bibe Yahya Ayyaş û Bergusî...

Bitirsên e tirsokan, xewa wan xera bike.

Wan şerpeze û perîşan bike.

 

Egîdê min, ezîzê min!

Hîna tu nebû yî fitne û fesada Surî misilman ji hev cuda kir.

Rabe û wan destê xwe yê bê gunh û sûc rake bi dia û niyaz..

Û kerem ke, bibêje;

Ya Rebbî!

Bi doza Qudsa Pîroz me misilmanan bike yek û me serfiraz bike...

Bi hêviya Qudsa me ya pîroz ku azad û rizgar bibe...

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
696 gün önce
808 gün önce
871 gün önce
996 gün önce
1031 gün önce
1039 gün önce
1087 gün önce
1123 gün önce
1130 gün önce
1137 gün önce
1220 gün önce
2163 gün önce
2646 gün önce
2681 gün önce
2688 gün önce
2758 gün önce
2834 gün önce
2920 gün önce
2955 gün önce
2984 gün önce
3004 gün önce
3025 gün önce
3040 gün önce
3067 gün önce
3179 gün önce
3250 gün önce
3296 gün önce
3286 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=