Lütfen bekleyin..


Seyîdê Memolan

Bavê Xerîb!

25 Şubat 2016, 11:25 - Okunma: 3151

Ez bavê heşt zaroka me. Navê yê herî piçûk JAN e; destê we maç dike. Her sibeh û êvar di paxilamin de radikeve, ez herim kû deverê li cem min e, ji min dûrnakevê, nikarê ji cem min dûrkevê.

Yê ji wî mezintir navê wî WINDA/BERZE; windakirinê tênê bîra min, canê min ê ku ji nav destê min de di şemitine nav tarîtiyê, windayiyê ku ji nav destê min di şemitine nav şevê, her şev dîsa dîsa...

Navê yê dî FÎXAN/ZARÎN; ne tirsin, ne weke navê xwe ye, hûn tu car dengê wî seh nakin. Lê belê di dilêmin de na tebitê, na sekinê...

Ê dîtir navê wî CEZA; cezaya berberiya tevekê umetê ji min distînê. Her an û dem, her û her di mêjiyê min de li xwe dixe, na tebitê, na sekinê... Û dibêje "ev jî heyva bêtifaqiya we ye"

Navê yê dîtir WEFA; bêwefaya birayan tênê bîr û hişê min. Li ser serê can û malê birayekî de bombe têne barandin. Birayê dî jî di nava mala xwe de li ser ekranan de temaşe dike, seh dike. Tu cara dengê Wefayê naderkevê. Ne kêferat, ne qisewat; ne ken, ne girî... Ew qas bê deng e ku jiyana wî nayê fêm kirin...

Navê yê dî ŞAHİD; şehdetîyê dike, ji gewdeyên ku di tarîtiya şevê de di kevina behrê de. Di nav behra bêdeng de mîna masiyê bi tenê. Awirên reben dilê min disoje û min fihêdkar dike ji jiyana min...

Ê herî dawî navê wî HIZIN; hizn û xemê dike hemû jiyana min de. Têne bîra min ku di dahatûya 'emrê min de dilşadî nîne, dilşadiya ku min nîvê şevê di nav behrê de windakirî...Û tu bêje; mîna min bi sedan bi hezaran bav hene! Naxwe ev banga min ji wan birakê me ye re ku tenê bi dev bira yê me ne. Tenê derd û tirsa wan pirzika destikê zarokên wan e, xwînika tilîk û çokê zarokên wan e.

Kanî, Nebî gotibû umeta min weke yek bedenê ye? Kanî kê ji we ev êş û jana min di dilê xwe de seh kir? Kî ji we bû birayekî bi rastî?

Ez bavê heft zaroka me. Lê a niha ne zarokê min ne jî dayika wan heye!

*Werger e ji kekê M.Sıddık Karaynir

Etiketler : gariblerin babası,
  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
2974 gün önce
3265 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=