Lütfen bekleyin..


Seyîdê Memolan

Feryada Yasîn*

08 Mart 2016, 10:40 - Okunma: 3201

Ez Yasîn.

Bi 'emrê xwe yê 16 salî li ber ce'vê dinyayê yê bûye qurbanê terorê zarokekî xerîb yê Amedê me...

Ez ji sedem ku zarokekî malbateke oldar im qetla min hate kirin û tenê ax û waxne bêdeng bûn.

Ez mexdûrê 'edaletê me ku qatilên min bi zirxa destnedayînî di meclîsê de bê tirs diçin û tên.

Em şeş wezîfedar bi niyeta belavkirina goştê qurbanê di geriyan,

Min û sê hevalê xwe bi xwînxwarî para xwe stand.

Ji terorîstê ku qatilê me belav kirin e kolan û meydana.

Zebaniyê ku dane dûv me, di mala ku me xwe sipartiyê de em bi dihan cara kêr dan.

Di avahiyê de em avêtin e jêr...

Bi 'ereba di ser me de çûn...

Ne bes bû qey!

Laşê me şewitandin...

Heta wisa em felişandin ku dayika min encax ez ji şanika zenda piyê min nas kirim...

Me li pişt xwe

zarokekî 12 salî,

Û Yusif hêlişt.

Yusifê digel ku ew qas derbê kêra xwarî Xwedê Te'ala ji sedem şehdetîya serpêhatîya me bike û ji her kesî re bêjê li şûn me hêlişt.

De ka ji bo min ji 'edaletê bi pirsin;

Dengê xwediyê malê ku du cara li 155î gerîya bû

Ji bo daxuyaniya terorîstê ku hatibûn me lînç bikin.

Çima piştî qetil kirina me bi çend se'et şûnde hat e seh kirin!?

Çima girtinên pêşî bi çend meh şûnde çêbûn.?!

Dîse çima dîmenên lêkolîna cihê bûyerê bi çend meh şûnde di TV de xuya kirin!?

Ji bo min bi pirsin,

Ji wî spîkerê TVyê

Dema ku ji diya min pirsî bû,

Di akranan de gotibû: "bi rastî lawê te ji İŞÎDê bû?"

Ma qey di serxweşiya ku dema pesnê wê keçika şelpe sor dida ji bo ku çûyî serê çiyê nav PKKê, pê re hebû!?

Ji bo min bi pirsin ji rewşenbîran,

Çima!?

Dema ku yê bi wehşet tênê kuştin ku ji taxê misilmananbin

Dengê wan rewşenbîran! naderkevê.

Li hember cenazeyê bimbarek yê şehîda çima wiha sar in.

Ji bo min wiha bêjin ji qatîlê min re,

Hîna ku destê wan ji xwîna ku rijandin paqij nebû ye,

Qibla xwe guhartin kirine Qandîl.

Û dûvre

Bila ji nimêja xwe ya ku nizanin bikin xelasiyê hêvî nekin.

Hesabê wehşeta we dê di 'Îda Qurbanê de bistînin,

Yasînê ku li şûn me man e...

Biizna Xwedê.

(Nîşe ji Elvan: di vî welatî de ji bo 'îdam û qetla xortên taxê misilmanan de awaz ne hatiye nehwirandin yan jî pir fîlm û sînema ne hatin e çêkirin... Îroj mehkemeya kuştina Yasîn Börü û hevalên wî li Enqerayê heye. Min jî îro digel ku dîroka propaxandeya siyasî-çand-huner jî bû bi rik nivîsî. Heta 'edalet newê cih di nivîsê xwe de her dem bibîranîna Yasîn bila ji min re deyn û erk be..)

*werger e ji rojnameya "Yeni Şefak"ê ji nivîskara Elvan Alkaya

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
2986 gün önce
3265 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=