Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

MELA ELÎYÊ ZÎLÎ (MELA ELÎ ÎLMÎ)

12 Mart 2024, 01:04 - Okunma: 261

Jîyan û berhemên wî

Seyda Mela Elî di sala 1923yan de li gundê “Bilbil” ku girêdayî bi Farqînê ve ye ji dayîkbûye. Bavê wî Hecî Hesen kurê Elî kurê Sadullah kurê Elî ye. Ji eşîra Badikan e. Ev eşîr bi piranî di navbera Pasûr û Farqînê de ye.

Gava tê dinyayê bavê wî navê seyda, “Sertîb” datîne. Ji ber li herema wan mehkûm û mêrxasekî bi navê Sertîb hebûye navê wî mêrxasî lê datî ne. Di pey re gava ku seyda li ba Mela Yasîn Toprak (Yûsrî) feqîtîyê dike, seydayê wî navê wî diguherîne di ke, “Elî”.

Seyda Mela Elî, zaroktîya xwe li gundê Bilbilê derbas kirîye. Hê di zaroktîya xwe de li gund li ba melayê mizgefta gund dest bi xwendinê dike. Di pey re ji bo feqîtîyê diçe gundê “Weysika Jêrîn” û demekê li wir dixwîne. Li gundê “Etşa” û “Başbûk” ê jî xwendina xwe didomîne.

Di sala 1941-1942yan de, di bîst salîya xwe de ji bona ilmê medresê diçe Sûrî, li Rojavayê Kurdistanê Tilmerûfê li ba Mela Xeznewîyan dixwîne. Piştî 2-3 salan ji wir vedigere û xwendina xwe li “Gundê Êwanê” ku girêdayî bi Stewra Mêrdînê ve ye didomîne. Nêzîkî salekê li wir dixweyne. Di pey re diçe gundê “Xidirîlyas”a Amedê û li ba Seyda Mela Yasîn Yusrî (Toprak) xwendina xwe diqedîne, îcaza îlmê ji seyda distîne. Di 25 salîya xwe de dest bi muderristîya îlmên Îslamî dike.

Seyda bi navê Mela Elîyê Zîlî meşhur bûye. Gûndê Zîla jî gundekî bi Êlihê ve girêdahîye. Seyda di zivistana 1993yan de ku nexweş dikeve, felc dibe heya wefatê dû salan seyda bi zehmetî derbas dike. 13ê Temûza 1995an de 72 salî diçe ber rihma Xweda. Li ser wesîyeta wî, li gundê Zîla tê veşartin. Ev gund ku seyda pê, ew jî bi seyda hatîye naskirin. (Zivingî, 2012)

  1. Dîwana Wî

Diwana Seyda, piştî wefata wî bi şuxlê N. Zivingî ku li serê xebat kirîye hatîye berhevkirin û weşandin. Em dikarin bibêjin ku ji xeynî vî şuxlî pêve jî li ser Seyda û dîwana wî ji alê tu kesê dî ne hatîye kirin.

Seyda, helbest û qesîdên xwe bi destnivîsa xwe nivîsîbûye. Diwana seyda ji alê mijaran ve pir dewlemend e. Meriv dikare bibêje ku seyda di derbarê her mijara civakî, sîyasî û dînî de helbest nivîsîye. Bi tevlî van di derheqê cûrebûna fikr û bawerîyên seydayên dewra xwe de jî helbest nivîsîye. Lewra di henek helbestan de ew û henek melayên dewra xwe wek Cîgerxwîn û wek Mela Îmadeddîn Gurgilî dane ber hevê.

Zivingî dibêje; “Di dîwana seyda de 49 helbest-qesîde hene. Ji van 18 bi erebî hatine nivisandin. Ji ber ku di pirên helbestên seyda de heman weteyê hatine nivisandin me hewce bi wergerandina helbest û qesîdeyên erebî nedît.

Dîwana seyda pir bi reng û cûre ye. Ez bawerim ku ev xususîyet di kêm dîwanan de heye. Lewra pirên dîwanên seyda û meşayîxên me di derbarê eşq û evînê de ne. Lê belê di dîwana seyda de ji merîfet û tesewwûfê bigirin heta eşqê, ji tekoşîn û mûcadelê bigrin heta cîhad û sîyasetê, ji hecc û terîqetê bigrin heta teswîrkirina zeman, ji întîhal û hîcwê bigrin heta danberheva Mela Yasîn û Cîgerxwîn, ji pesn û medhê Rîsaleyên Nûr bigrin heta Mehdi (sXl) û axirzeman... di pir waran de şi’r û helbest hatine nivisandin.” (Zivingî, 2012)

Dîwana Mela Elî Zîlî, helbestên wî ên bi kurdî bi elfaba latînî hatîye amade kirin. Zimanê dîwanê zimanekî sehl e, rihet e. Her ê ku bi xwaze bixweyne ewê jê fêmbike.

Teybetîyeka Dîwana seyda yek jê jî ev e ku, seyda di helbestên xwe de bi bêjeyan leyîstêye. Di helbestên seyda de pir remz û îşaret hene. ‘Henek remzên di dîwana Seyda de ev in ku; “Ebu Heykel, Sef-Dec, Îs-Kem, Şêx-Mel, Kur-Tur, Xo-Şey”.’ (Zivingî, 2012)

Seyda, em dikarin bibêjin ku di helbestên xwe de mulemma jî kirîye. Ango di risteyekê de kurmancî, tirkî û erebî her sê zimana jî bikar anîye. Wek mînak jî em dikarin van risteyan bidin:

“Görmemîş tarîxî alem böyle dehşetlî zelel  (Dîroka dinyayê zilleteka wisa nedîtîye)

Asîmu’l qelbîllezî en herbî zet taxî nekel.” (Ê ji herba vî taxutî vegerîya be qelbê wî gunehker e.)

“Aferîn bo wan yek in sed ruh li me em sed kerî

Bes li ser wî eskî halî muncemîd bu qerrisî.” (Dîwana Mela Elî Îlmî, N. Zivingî, 2012, bangaheq, stembol r: 40)

  1. Mijarên Dîwanê

Seyda, di dîwana xwe de çawa ku me li jorê jî gotibû di gelek mijaran de helbest û qesîde dane. Dîwana Mela Elîyê Zîlî, bi piranî dibin bandora Bedîuzzeman û Rîsala Nûr de maye. Gelek ristik û helbest mûlhem ji Rîsala Nûr in. Ji ber vê di pirê deran de ev hezêkirin û bandor xwe nîşan di de.

  1. Li ser besbûna Xweda ji meriv re û yekbûna ehlên ilhadê û perçe perçebûna bawermendan:

“Bêkesim yek kes heye min bergîdana (Bedelî) herkesî

Ew melaz û melce û me’wa ye bo her bêkesî.

Ehlê îlhad û delal xwey cem’ û de’wa û xebat

Xoce qurba lal û kerr yek yek di kuncê kerrisî

“Aferîn bo wan yek in sed ruh li me em sed kerî

Bes li ser wî eskî halî muncemîd bu qerrisî.” (Dîwana Mela Elî Îlmî, N. Zivingî, 2012, bangaheq, stembol r: 39)

  1. Li ser tefekkûr û ramînê:

Seyda ji ber ku şakirdê Rîsala Nûr bûye, di helbsetên wî de ev bondor jî tê dîtin. Di vê rista xwe de kaînatê şibihandîye tizbîyekê ku di destê Xweda de ye.

“Tizbîya heb reş spî dikşîne destê qudretê

Her du lewh û roj û şev fî sînema a îbretê”

Seyda li ser tefekkurê jî bi ayetan delîl anîye;

“Efelem yenzurû” (“Ma hun çima (bi çavên îbretê) nanêr in.”) (Quran 50/6) “fenzûr” (“Binêrin!”) (Quran 30/50)tu bi çavê îbret ê

Li kîtaba kaînat sun’ê bedî’ê qurdetê.”

  1. Li ser doza ku dimeşî ne

Dewra ku tê de jîyana xwe derbas kirîye (bi taybetî 1950-1980) dewreka ji alê sîyasî ve devreka neteweperwerîyeka çepgirî di nav melayên Kurdistanê de belavbûyî bûyê. Ji ber vê seyda, bi helbestan bersiv daye van xwedî bawerîyan:

“Kîyîn ne kîyn ger dixwazî ki em

Beyan kin ji bo te bizane ku em

Ne turkeş ne kurdeş ne van wan in em

Xelîl Îbrahîm her misilman in em” (Dîwan, Ez kî me?)

“Dixwazî ger bizanî ka kî yem hen na kî, însan im

Bi ke dîqqet di vê îspat û nefya hell û i’lan im” (Diwan, Dixwazî ger bizanî ka kî yem)

Bawerî û doza xwe di vê helbesta dawî de çi dixwaze û çi naxwaze, li pey çî ye û li dijî çî ye dirêj dirêj anîye ziman.

  1. Rîsala Nûr û Bedîuzzeman Saîdê Kurdî

Di vê helbesta xwe de jî seyda, bang di ke ku gûh bê dayînî Rîsaleya Nûr;

“Çavê xwe di vê alema nûrê de megir vek

Roj nabe bi çav girtinê şev yazixe ev dek”

“Ustadê Bedî nûra wî eql û dilê sexlem

Tev kirne qebul aşiq û mestane ne lê beng.”

  1. Mihaseba nefsê

Seyda nefsa xwe rexne kirîye û balkişandîye ser fitna axirzeman, li pey çûna malê dinyayê. Di nefsa xwe de şîretan li timamê bawermenda dike.

“Em ketin dewr û zemanek pir ecêb

Enbîyan jê kirin tewîz bîle.”

  1. Rexnekirina terîqeta zemanî

Seyda di helbesteka xwe de li ser nexweşînên ehlê terîqa ên zemanê xwe de ye anîye ziman û ji bo ji van nexweşîyên xwe jî xelas bibin reçeteyek nivîsîye. Reçeta xwe jî ji rewşenbîr û alimên dewra xwe ê alema Îslamê tîne ku ev jê dide nîşandan seyda, heya wî ji alema îslamê hebuye u xwedî zanebûneka entelektuel e jî.

Nexweşîya;

“Bike dîqqet di vê esrê çima xel(k) ketye vê xusrê

Sebeb derman çî ye tek rê ji bo wan ev îşaret bû

Ji şer’ê çav dema kir kor rukun ferza xelet kir xor

Ji pêxember Xweda bû dûr çika çû zûzû zehmet bû”

Reçete;

“Hesen Benna, Bedî Ustad, Qutub, Udeh rukûn ewtad,

Bide pey wan ew in îmdat, neçî pey wan xesaret bû.”

Seyda, terîqet û şêxên zemanê xwe rexne kirîye ku ji heqîqatê dûrbûne û armanca wa bûye malê dinyayê.

“Ev terîqa şêxê îro ekserîya cem’a mal

Dostê sef-dec ziddê Mehdî kore nabîn ev çi hal

Der terîqa şer’ û Quran lazim amed çarê tişt

Îlmê îman, îlmê Îslam, pê emel, îxlas e pişt.”

  1. Hecc û hecî

Li ser çuna hecê û ên diçine hecê jî seyda çend helbest nivisîne. Di van helbesta de mebesta hecê û nesîhetên ji bona hecîya anîye ziman.

“Ey hecî bira ente mîn eyne îla eyne

Ev kî der e xafil mebe semta Heremeyn e”

  1. Helbestên muxtelîf

Seyda di derheqê henek mijarên cuda de jî helbest nivisîye. Di helbesteka xwe de ji bo ku meriv nekeve nîjadperestîyê nesîhet kirine. Helbestek jî li ser întîhalê nivisîye ku dibêje, henek jê hene fikran didizin û li ser navê xwe difiroşin. Helbesteka wî ji li ser înklaba îslamî a li Îranê, li ser  şoreşê û li ser Îmam Xûmeynî helbesteka dirêj nivisîye. Ev helbesta wî, pir hatîye ecibandin û li Îranê ji alîyê “Kovara El-Hecc” ve hatîye belavkirin. (Zivingî, 2012)

“Çavê xwe veke kîbr û înadê ji xwe deynî

Îmanê bi taxut û ebu heykelî neynî

Ayat û ehadîsê resul bîra xwe weynî

Dîqqet bide alê nebî Selman û Huseynî

Wî kerb û belaê ku di zîhna xwe deynî

Da qencî bizanî dê çi dewa ya Xumeynî”

  1. Rexnekirina Cîgerxwîn

Seyda, ji ber dev jê berdan û dûrketina ji dînî li ser helbesteka Cîgerxwîn bersiv daye, wî rexne kirîye. Seyda di vê helbesta xwe de ilmê mecaz bi kar anîye û “xwe asîmanî, Cîgerxwîn jî erdî” daye nîşandan. Seyda di vê helbestê de bi navê “Cîgernûr” bersivê didê.

Cîgerxwîn;

“Cîgerxwînê kurê te her dinale

Ji bo jana xizanî û nezanî”

Cîgernûr;

“Cîgernûr im ji bo dîn sax û dimrim

Cîgerxwîn erdî ye ez asîmanî”

  1. Mûsacela di navbera Seyda û Mela Yasîn de

Musacele, cureyek ji helbesta ye. Ev cure, di navbeyna du helbestvan de çê dibe. Li ser mijarekê nîqaş an jî zanebûn û agahdarîya xwe li hember hev tînine ziman. Di dîwanê de Mela Elî û seydayê xwe Mela Yasîn Yûsrî bi musacele li ber hev dane. Wek mînak;

Gotinên Mela Yasîn

“Du ta sêv û du ta mişmiş di baxê dil de min danî

Bi xwîna dil seqî kir wan me sinca rih li ber danî”

Gotinên Mela Elî

“Cezakûm Rebbuna xeyren ceza ennî kesîranî

Lehu kullu sena mînna ela enbîeke Rebbanî

  1. Qesîde û helbestên bi zimanê erebî

Bi qasê 25 rupel jî helbetên Seyda bi zimanê erebî nivîsîye. Helbestên erebî jî hema bibêje di wateya van helbestên wî ên kurmancî ne. Mijaran wan wek hev in. Di dîvana seyda de ev helbestên wî ên erebî ji bi destxetê mewcudin.

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
276 gün önce
1217 gün önce
1257 gün önce
1336 gün önce
1371 gün önce
1416 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=