Lütfen bekleyin..


Abdurrezzak ÇELİK

Navê Adaletê, Bûye Bê Heqî

26 Şubat 2016, 15:20 - Okunma: 3640

Dozeke di gihîje berî niha çend sala ev îro çend roj e bi xuya kirina wê ye çapemeniyê re dîse ket e rojevê. Gere berî niha ketibane rojevê lê sed mixabin ku yê dûçarî neheqiyê dibe mezlûmek be tu cara na kevê rojevê. Bi rastî ku em di bêjin kete rojevê em hinekî zêde dibêjin. Lewra tenê yek an du rûpel û malpera de hate dîtin. Halbûkî di naveroka mijara xwe de ew qasî girîng û taybet bû ku te bi çi awayî nihêrtibana wî zilm û çewtî ê dîtin.

Di dosyayê de neheqîne wisa hene ku dûrî 'eql û ujdanê ne. De ka bi fikir e? Xwediyê dosyayê M.Şerif ÇELİK ew bîst roj e ku zewicî ye, bi wezîfa xwe ya melatiyê ma'mûrê dewletê yê fermî ye. Û sedem wezîfa xwe ya hem olî hem jî fermî dînê Îslamê rave dikir, hewl dida ku xûyên xweş û rind parve bike. Gava tê malê, cem malbata xwe wî di girin, dibine zîndanê. Ya sosret va ye nû destpê dike. Dema ku ew li emniyetê bincavkiriye ji ber ku peyv û gotinê olî/dînî anîna ziman, xwestin e ku wî weke merivekî Hîzbullahî nîşan bidin û talî jî wî weke endamekî Hîzbullah nîşan didin û dişiyênine zîndanê. Ji bo Xwedê de ka bersiv bidin! melayekî dînê Îslamê bi xwe jî peyv û gotinê olî nikaribe bi kar bînê kiyê vî miletî ji nezaniyê xelas bikê!?

Ev melayê ciwan ku ew 20 roj bû zewicî bû piştî ku tê binça'v kirin hê li avahiya emniyetê îşkence lê tê kirin. Destê wî bi paş ve tê girêdan û bi wî şeklî di hate daleqandin ku navê vê îşkencê bendika Filistînê ye. Ceyran didane bedena wî ye tazî û şil. Û di ser vê qas îşkenceyê de bi her awayî sixêf û heqaretê wisa di hatine kirin ku ez a niha ji şermê nikarim bênime ziman. Piştî ev qas îşkenceyan ev îşkenceker an ne gihîştin armanca xwe an jî ji rik û kîna xwe ew qas har û dir bûbûn ku qaşo wezîfa emniyetê dikirin lê na xêr bi dest fêl û finasê kirêt kirin. Girtenameyan bi zorê didine îmze kirin ku nahêlin bixwênin jî. Û bi van girtenameyên derew, van mezlûman dêxin e zindanê de.

Ew demên ku M.Şerif ÇELİK dikeve binca'v kirin salên gelekî zor û dijwar bûn. Ji sedem vê rewşa xedar û tarî birayê wî dikeve tirs û mitalan de. Û dîse di wan dema de pirskirina kesên winda û lêgerandina kesên binça'v gelekî xetere bû. Digel vê xeterê birayê wî diçe Emniyetê û li birayê xwe M.Şerîf dipirse. Min got ya gerandina kesên winda jî xetere bû heme li wir birayê M.Şerîf bi xwe jî bê pirs û pirsyarî bincav dikin. De were ji xwe re lê vê sosretiyê bi nêrê tê bikenê an tê bigirî?! Sûcê wî tenê xwestina bersiva pirsa wî bû. Pirsa wî jî ev bû; birayê wî yê windayî bû ka bê ma sax e an jî mirî ye heger sax jî be li ku derê ye. Bersiva wan tenê ne binçav kirin bû lewra ew jî para xwe îşkencê dibînê. De nêrîna xwe dom bikin gelî bi ujdana da ku hûn sosretê bi tevahî bibînin. 'Eynî weke M.Şerîf birayê wî jî dikine hepsê de. Û ancax li hepsê her dû bira liqayî hevdû dibin û wî wextî hevdû dibînin.

Li gorî nûçe dibêje "failê bûyerê di sala 1997an de tê girtin piştî ancama îfadekirinê beraeta wî tê kirin. Tam wextê ku em dibêjin heqiyê ciyê xwe girt sosreteke dî di devereke dî re derdikeve. M.Şerîf di dawiya sala 1994an de Emniyeta ku îşkence lê dikin gilî dike Dozgeriya Komara Bîngolê. Ji sedem vê giliyê, îşkencekerê M.Şerîf çi wextî hevalekî wî an jî kesekî di mehela wî de bigrin navê wî jî li cem navê wan dinivîsin da ku cezayê M.Şerîf bêtir bibe û bi vî awayî heyfa xwe jê hilênin."

Di domahiya nûçeyê de mexdûr van tiştan rêz dike; "di 20ê adara 2002an de wextê min wezîfeya xwe ya olî ya fermî dikir ji Emniyeta Şirnexê polîsên Saziya Dewleta Paralelê li îdîl/hezexê ez girtim ez birim Emniyeta Şirnexê. 'Eynî bûyer, 'eynî şahid, 'eynî îfade, 'eynî mahkeme piştî hevrûkirina mehkemeya kanûna sala 1997an bêsûciya min biryar dan û ez rizgar kirim. Piştî salekê 27ê tebaxê sala 2003an de piştî hevrûkirinê ez "sûcdar" dîtim û vê carê cezaya hepsa sermedî dane min. Digel ku tu tişt cuda nebû jî heyetekê beraet, heyeta dî jî muebet dide. Eşkere ye ku ev dozeke dubare ye û dijraberê xala 253/3. ya CMUKê ye. Ez li gora qanûnê wiha dibêjim: ez mexdûrê wê dozê me ku min li polîs vekiriye ji sebeba ku îşkence li min hatiye kirin." Ez fêm nakim ev çi 'edaleteke sosret û kirêt e.

Ma qey gere ev qasî eşkera bane ez fêm nakim; ji bedêla serdestiya hiqûqê, hiqûqa serdestan heye li vê dewletê. Tenê ji sebeb xwestina îstî'mala mafê xwe yê hiqûqî û digel gelek nakokiya ji ber ku heme îşkenceker memnûn bibin jiyana gelek merivan reş dikin hinek rûreş. Û hinek rayedarê gemar jî biryara xwe li gor menfeeta van havalê xwe yê rûreş didin.

Lê belê, bila ji bîr nekin ku bi sedan merivên weke "Paralelcî"ya bi neweyî û vir û dek û dolaba li hember kesên mîna M.Şerîf Çelîk bêsûc û bêguneh de serketî nebûn û nabin jî. Lewra axînên bindestan textê zordestan di hejîne herûher. Di vê mijarê de ez karim gotineke Hz.Pêxember(s.x.l) jî bibêjim ku ew bo xwe emniyeta êminî û dadmendiyê bû: “dijberî we jî be ji 'edaletê dûr nebin, 'adilbin herûher. Lewra 'edalet puxteya Îslamê, xîma mal û milk e. Dewleta kafira bi xwe jî bi 'edaletê payîdar dibe. Heger dewleta Misilman jî be ku ji 'edaletê bêpar be hilweşîna wê qethiye.”

Ev hedîs mîna her demê û mîna her rayedar û hikûmetê ji vê dema me re û ji vê hikûmeta me re jî meqbûl e. Heke heta vî wextî kesên mezlûm û bêsûc di zindanên dewletê de hebin muheqeq guneh û webal di stûyê hikûmetê bi xwe de ye. Gere bi lez û bez heyet kom bibin û dosyayên wan bên lêkolandin. Dinya 'alem pê hisiya ye ku ji xeynî vê rê tu rê û rêbaz wan pak nake ji sûc û gunehên wan.

Ey rayedarê hikûmetê, Wezîriya 'Edaletê; qey wext ne hatiye ji bo veqetandina sûcdar û bêsûca? Heta kengî hûnê ça'vê xwe kor bikin li hember evan neheqiyan? Qey ji nifirên mazlûma wextê tirsandina we jî nehat?

Bi daxwaza hatina rojên ku heqîqet û 'edalet serdest bûyî...

NOT: (çevirim için M.Emin Anmal’a teşekkürler)

Etiketler : adalet, haksızlık,
  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
695 gün önce
807 gün önce
870 gün önce
995 gün önce
1030 gün önce
1038 gün önce
1086 gün önce
1123 gün önce
1129 gün önce
1136 gün önce
1219 gün önce
2162 gün önce
2645 gün önce
2680 gün önce
2687 gün önce
2757 gün önce
2833 gün önce
2920 gün önce
2954 gün önce
2983 gün önce
3003 gün önce
3024 gün önce
3039 gün önce
3066 gün önce
3178 gün önce
3249 gün önce
3295 gün önce
3285 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=