Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

ZORDARÎ, PÊLÊN BEHRA AN JÎ HELANDINA LI KOLANÊN EWRÛPA

21 Haziran 2020, 14:58 - Okunma: 5796

Gund, bajar, welat tev bi avahîyan dibine gund, bajar an jî welat. Heke ku avahîyên wan tinebin mixabin ji wan re nayê gotin cîyên avahî. Hebe tinebin ev cîyên wisa ji van re tê gotin cîyên xirbe an jî cîyên wîran u ting.

Welat, bi koçberîyan nayê avakirin. Welat, bi valekirina bajar u gunda nayê avakirin. Welat, bi zilm u zordarîyê nayên îdarekirin. Welat, bi rijandina xwîna însanê mixalifî merivan nayê parêztin. Welat, bi qirkirin u derxistina zaruk u pîr u kalan jî ji dijmina nayê paqijkirin.

Binêrin evên ku bi navê parêztina gelan têne welat u axa me îşxal dikin bi sed hezaran zaruk u xort u keç u bav u dê, kâl u pîrên ku ji ber wan direvin u ji bu ku xwe ji wan xelasbikin xwe biavêjin welatekî Ewrupa u li wir bıjin war u welatên xwe tev valekırın. Ên ku sı’uda wan hebe u xwe avêtın Ewrupa ji pır pır ji Ewrupaîyan re bibin qewraş. Pırên însana dev ji ax u welatên xwe berdan u xwe ji mecburî avêtin nav pêlên behrên bêserî u bêbinî. Pirên wan di nav wan pêlan de fetisin. Bi hezaran ji wan bun ALAN KURDÎ di nav pêlan de fetisin heya me jı wan tıneye. Mixabin ev qirqirina bi vî hawayî jî buye tışteki jı rêzê. Mixabin evên ku xwe xelas dikin koç dikin di rîya Ewrupa de di nav pêlên behran de an di fetisin an jî ên ku siuda wan heye di filitin jî pır pır li kolanên Ewrupa kesayet u nîjadîyeta wan dihele, asimile dibin, me’nen dimirin u diçun. Ji xwe dagirker u emperyalîst jî ma vê naxwazin.

Di be ku carna jê îmkanê meriv tinebin meriv nikaribe hewl bide li ber dagirker u zardara derkeve u tekoşînekê bide. Hingî jî ji kocberîyê pêştir ti tişt ji destê meriv nayê. Lê belê a baş ku meriv dikaribe u îmkanê meriv jî hebin temamê hemwelatîyê di bin dagirkerîya emperyalîsta de ne li dora hev bicivin, herkes di nav tekoşînê de cî bigire welatê xwe ji dagirkera rizgar bikin, azad bikin. Pêwîste ne ku her yek li ber keysekê be ku ji ber wan birevin.

Heke ku li derekê misilmanên bawermenda ji ber misilmantîya xwe nikaribin misilmantîya xwe bi meşînin dikarin ji win koçberbibin. Di jîyana Pêxemberê me (silavên Xweda li ser bin) de sahabîya du cara ma hîcret nekirin. Hicret, penaberbune, koçberîye. Ku îmana meriv têkeve xeterê u talukê pêwîste ku yekî misilman îmkanê wî hebe ji bu îmana xwe hinda neke ji wî welatî hîcret bike, pênaber bibe. Ma Xweda jî ji misilmana re wiha ferman nekirîye; “Bêguman ew kesên ku zilm li xwe kirin (hîcret nekirin u di nav gawiran de man) melyaket gava ku canê wan distînin u dibêjine wan; “Win ji alê dînê xwe ve di çi halî de bun?” Dibêjin; Em li ser ruyê erdê bêçare u bindest bun.” Melyaket dibêjin; “Qey erdê Xwedê ne fireh bu ku win tê da bigerîyana we hîcret bikirna (1) 

 Ji welatên me jî gelek naskirî, heval, dost u cîranê me teva îro li çar alîyê cîhanê bune penaber. Henek ji wan ji ber misilmantîya xwe, henek jî wan ji ber Kurdewarî u Kurdperwerîya xwe henek jê jî ji ber fikr u bawerîya xwe, henek jê jî ji ber zilm u zordarîya dewletê îro ne li welatê xwe dijîn li xurbetêne koçber bune, penaber bune.

20 ê Hezîranê roja PENABERÊN CÎHANÊ ye. Vê rojê jî mixabin însanîyet hewqasî ku li ber dagirkeran bi qedr u qiymete (!) rabune ji ber ku dilê wan li ser penaberên ku ew bi xwe ji welatê wan derdixin/derxistine dişewite ji wan re vê rojê kirine rojeka pîrozbahî u pîrozkirinê. Bi piranî ên ku vê rojê pîroz dikin ne penaberin ên ku wan ji welatên wa bi hawayekî bi darê zorê derxistine, welatê wan işxal kirine ne.  Ev jî dirutîya zordarên cîhanê ye. Heke bi rastî penaberên cîhanê ji we re derdin dev ji dagirkerîya walatên wan berdin bira harine ser axa xwe ewê ev pirsgirêk jî ji ber xwe ve hal bibe.

Roja temamê mezlumên penaberên li cîhanê pîroz be.

Dipnot:

1- Suretê Nîsa:97

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
272 gün önce
1213 gün önce
1253 gün önce
1332 gün önce
1367 gün önce
1412 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=