Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

Gotinê Bav Û Kalan Nexşê Li Ser Keviran (13)

24 Eylül 2023, 22:47 - Okunma: 213

Diza ji diza dizî ‘erd û asîman lerizî

Weka ku kuçik, gava yekî gez bike nabe nûçe lê ku yek rabe kuçikekî gez bike hingê ev nûçe pir deng dide her wisa carna jê henek însan hene kû tiştin hene meriv ji wan hêvî nake te dî wî tiştî dikin ev jî pir ecêb tê dîtin. Ev gotin jî, ji bo însanê wisa hatîye gotin.

Ya duduya,  însanê kû di xerabîyê de wekâ hevin û ‘eynî xerabîyê bihev dikin ev jî di çavê însana de pir ‘ecêb tê dîtin.

Diz û xwedîyê malê bibin yek gâ di kûlekê derdixin

Însan, sirên nav mala xwe ji xeqê re nebê xelqê xerîb bi nav mala meriv nizanin. Ên ku ji malbata xwe re xayînin encex dikeribin tiştekî wisa bikin.  Li ser rûyê ‘erdê ji îxanet û xayîntîyê xeraptir û pîstir tu iîştekî dî tuneye. Lewra meriv, ji yekî mala xwe yan jî yekî xwe bi meriv dost dide nîşandan xerabîyê hêvî nake. Kû evê wisa rabe xerabîya neyarên meriv  nikârin bi meriv bikin mixabin ji vê xerabîyê mezintir, ji vê xayîntîyê mezintir tu xerabî û xayîntî tuneye. Kî dibe bila bibe kêfa tu kesî ji xayîntîyê re nayê. Tu kes naxwaze bi wan re bi tu hawayî bişûxilin. Naxwazin bi wan re di ‘eynî civakê de, di ‘eynî sazîyê de cî bigrin. Xayîn tim zelîlîn. Ên kû li dora wa ne têkilîyên xwe heya ji destê wan tê ji wan qût dikin, dibirin. Lewra di ûjdanê însana de cî ji xayîntî û xîyanetê re tuneye.

Bûk dibêje: “xwezî mala bavê min dûr bûna min peznê wa bidana.”

Mezina vê gotinê li ser însanê kû kêmahîyên xwe û ê malbata xwe diveşêrin, li ba xerîba (bi vira) peznê xwe û malbata xwe didin gotin e. Meriv; Li ba ên kû meriv û malbata meriv  nasnakin, bi rihetî dikâre bi vira peznê xwe û malbata xwe bide. Çawa be ên xerîb, wî/wê û malbata wî/wê nasnakin. Tu carî kemahîyên xwe nabêjin. Çawa ku mezina gotîye; “Tu kes nabêje dewê min tirş e.” Tim xwe baş didine nîşandan. Lê li ba ên kû wan nasdikin nikârin wisa peznê xwe bidin. En ku bi vira peznê xwe didin ya rastî zirarê didine xwe.

Roja aş ji aş re ye

Meriv kârek kir, ji bo ku ev karê dike bê fêde dîtin heya neqedîne di ber vî kârî de ranebe kârekî dî jî ne ke. Lewra meriv destê xwe biavêje deh tişta ewê ji heqê wan teva dernekeve. Ne hewcehe ku xwe bi deh werîsa bixeniqîne. Lê mixabin însan, pirê caran ji ber çavê wî têr nabe û dixwaze pir tiştan bi hev re bike dikeve nava xîrse. Xirs jî mixabin meriv dibe xesaretê. Ê kû destê xwe bi avêje ‘ûmûm/hemû tiştîe ewê ji tevî mehrûm bimîn e. Bila meriv li ser kârekî sebat bike, heya kû biqedîne hê dest bi kârekî dî bike. Kârekî bi tenê bibe serî çêtire ji dû kârên nîvco mayî. Lewra dû kârê nîvco, ne bi kêra merîv tê ne jî bi kêra tu kesên dî.

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
276 gün önce
1217 gün önce
1257 gün önce
1336 gün önce
1371 gün önce
1416 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=