Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

KURMANCÎ DIBIJÊR IM

30 Ocak 2024, 00:29 - Okunma: 530

Ziman jî weka gel tiştekî dîrokî ye. Hebun, çêbûn û pêkhatina wê ne bi îrade û xwesteka meriv e. Xweda, meriv li ser kîjan gel û zimanî afirandi be evêya nayê gûherandin. Ziman jî yek ji wan ûnsûrên bingehîyên ku gel û miletekî tînine holê ye. Gel û ziman ji hev nayêne veqetandin. Bê welat û dewlet meriv dikare bijî, lê ku ziman hinda bibe ew gel jî dimir e.  Ji ber vê, tu kes nikare vî heq û mafî ji tu kesî bistîne û lê qedexe bike û nehêle pê biaxife.  Ya rastû ji xwe ew avahîya ku navê wê dewlet e, qe heqê wê tuneye ku li gelekî dibin desthilatdarîya wê de ye zimanê wî gelû li wan qedexe bike, wan tûne bihesibîne, zimanê wan bi wan bi de jibîr kirin û wan asîmîle bike. Her wiha ev avahîya ku navê wê dewlet e, qe heqê wê tuneye  li ser temamê gelên ku ew anîne holê bi wan zimanekî bi tenê bi de xeberdan, bi de perwerde kirin û di nav xwe de bi ke fermî. Heqekî wiha nikare ji xwe re bibîne ku zimanekî bi tenê derxe peş û van zimanê di nav tûxûb û sînorê wê de biwan tên xeberdan bi de jibîr kirin. Erk û wezîfa dewleta a ewil ev e ku, pêşî ewê li ser xelqê xwe adil be û zilm û neheqîyê li tu kesî ne ke. Welatîyên xwe biparêze û bişixule ji bu welatîyên wî di nîvengeka ewlehî de bijîn. Tendûrîsî û perwerdehîyan wan belaş bike û tu zimanekî xelqekî ku di bin ala wê de dijîn qedexe neke, neyartîyê bi tu çand û olî re neke. Heke na,  ew dewlet, nikare ji xwe re bêje “ez deweleteka civakî me û ez dewleteka li ser maf û edaletê me.”

Bêgûman heta îro kî hatîye li dewleta tirkîyê bûne îktîdar û desthilatdar fikr û armanceka wan bi tenê hebûye. Ew jî; “parastina yekbûna zimanekî, yekbûna gelekî, yekbûna welatekî û yekbûna alayekê” bû ye. Di perwerde û xeberdana li qedên gelemperî de ji xeynî zimanê tirkî ne hiştine ku bi zimanekî dî bê xeberdan. Ev nêzî sed salîye bi vî hawî di dome.

Mixabin heta vê ga ku hewqas qedexe li ser zimanê gelê Kurdî ku ew jî li vê heremê dijîn û ew jî yek ji xwedîyên vê herema qedîm û kevnare ye dîsa jî zimanê wan bi wan nikaribûne bi wan bi dine jibîr kirin. Hê nû nû çend sal berê bi nava “dersên bijartî” dersên Kurdî jî anîn xwestin ku di dibistana de bidin xwendin. Çavê wan vê jî bar neda tev tevlîhev kirin ku ji bo tu kes van dersên kurmancî û zazakî nehilbijêre. Ya gotin; “mamoste tune ne”, yan jî gotin; “kes hilbijêr e nexwe ne hewceye” ji bo ku kes nehilbijêr e. Vê ga jî hema bêje rakirine. Heta hinek mamosteyên di zanîngehan de ku bi kurdî sipartek dane xwendekarên xwe wan ji wezîfê wan jî avêtin.

Lê mixabin nakokîya herî mezin jî ev e ku; Di herba yekemîn a cîhanê de kurd û tirkan bi hev re li îngilîza dabûn û wan ji vî welatî derxistibûn çi heyfe ku îro axaftina bi zimanê wan ango bi îngilîzî buye sedema rûmet û pêşveçûnê lê belê zimanê hevalên wayî ku di milê wan de bi wan re li hember neyaran herb kiribûn qedexeye…

Heke ji dil hiqûq û mafên welatîyên xwe li ser hemû tiştî digirin pêwîste hûn mafên temamê gelên di bin ala we de dijîn bidine wan. Heke biçek wefa bi we re hebe îro nêzî 25 milyon Kurd di bin ala Tirkîyê de dijîn lê belê he ku dibistaneka wan tûne ye, hê bi zimanê xwe nikarin di qadêh gelemperî de derdê xwe bêjin, hê nikarin di dadgehan de xwe bi zimanê xwe biparêzin, hê nikarin û hê nikarin… Hebe tunebe tiştê we ji biratîyê famkirîye biratîya Kabîlî ji Habîl e.

Ya rastî zimanê me ku hêdî hêdî tê jibîr kirin ne sûcê desthilatdaran bi tenê ye. Ka em ji xwe jî bipirsin em çiqasî xwedî li zimanê xwe derdikevin.

De werin ji bo zaruyên xwe dersên kurmanci di dibistanan de hilbijêrin. Li derûdora xwe ji bo dersên kurmancî bêne hilbijartin dengê xwe derxin, wan hişyar bikin. Zimanê me rûmeta me ye.

Ziman, "nîşaneya cudatiyê" ya heri giring e ji bo xwesertîya xwe derxe holê.

Zimanê me nasnama me ye. ê zimanê wi tunebe bê nasname ye

Zimanê me xwebuna me ye

Şikandina bandora asimilasyonê bi xwedi derketina zimanê xwe çê di be

Li hember asimilasyonê dersa kurdi hilbijêrin

Zimanê me hebûn û berdeeamîya me ye.

Zimanê me temînat e ji bo pêşeroja me.

Em li zimanê xwe xwedî derkevin.

Ji bo pêşerojeka zaxm/qewîn bi kurdî biaxifin, bi kurdî bixweynin.

Bimînin di xêr û xweşîyê de.

Etiketler : Kürtçe, Kurmanci, nasname, anadil,
  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
277 gün önce
1218 gün önce
1258 gün önce
1337 gün önce
1372 gün önce
1417 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=