Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

GOTINÊ BAV Û KALAN NEXŞÊ LI SER KEVIRAN (10)

28 Ağustos 2023, 10:39 - Okunma: 260

Her kes dîkê sergoyê xwe ye

Her kes lî war û welatê xwe mêre, kes nikâre di war û welatê kesî de mêranîyê li ser serê wî bike û bela xwe tê de. Lewra însanê li welatê xwe ye meriv bixwaze nexwaze ne weka ê li xerîbîyê ye û penabere. Ê li welatê xwe dijî, çi mafdar be çi jî nehheq be kû ew û yekî xerîb qirên bikin û têkevine qirqa hev û şer bikin ewê gûndî û welatîyên wî bi ser wî de bên û li ê xerîb û penaber bidin. Mixabin pirê caran însan, pîşta welatîyên xwe digirin û nabêjin bê ka ew mafdare an na.

 

Jîn hene jinik jî hene mêr hene mêrik jî hene

Pêwîste kû meriv di nava civakê de li gora nava, li gora tiştê kû tê dîtin û li ber çava ye ne xape û hikm nede. Lewra henek pîrek hene dikarin deh zilaman ji berîka xwe derxin. Di dîrokê de gelek pîrekê nevdar hene kû îro em jîyana wan dixweynin li ber mêranîya wan meriv heyîrî dimîne. Henek jê jî hene zilamin lê belê ji xeynî navê wan pêştir tu elametên mêranîyê li ser wan xûyanî nakin. Ji ber vê çawa kû “mêrê” rezîl û bêrûmet hene, “jinê” hêja û birûmet jî hene.

Piranî mêranî betal kirîye

Însanek çiqasî bihêz û biqewet be, egît û mêr be jî hêz û qeweta wî, egîdî û mêrantîya wî heta cîyekîye. Yekî bihêz û qewet, gava komek însan li ser serê wî bicivin ango ji bo lêdin û pê re şer bikin bêguman evînê egît û mêr heya derekê ewê dikaribe li ber xwe bi de. Kû bi eqilbe gava ku firseta xwê dî ji wirê bireve. Îca ev jî di de nîşandan kû meriv  çiqas bêqewet be jî, kû meriv digihîje hev û di be yek hêz û qeweta meriv  zêde di be. Ûstad Bedîûzzaman (Rehma Xweda lê be) di derheqê yekbûnê de wiha dibêje: “…Lewra ê zeîf, ji ber kû hewcehî îttîfaqêne, ji dîl û can û biqewet îttîfaqê dikin. Ê bihêz û qewet jî, ji ber kû zêde nehewcehî îttîfaqê ne, îttîfaqê wa yî bi hev re zeîfe. Şêr, weka rovîya ji ber kû hewcehî îttîfaqê nabînin, bi tena serê xwe dijîn. Pezê kovî, ji bû xwe ji gûran bi parêzin, kêrî kêrî bihev re digerin. Nexwe, bihevrebûna/cemîyeta, zeîfa û şexsê manewîya wa qewîye, bihevrebûna/cemîyeta qewîya û şexsê manewîya wa jî zeîfe…” (Lem’a:  20 / Rîsala Îxlasê)

Malê Dînyayê Qîloçê Mêraye

Gava malê meriv  hebe û meriv dewlemend be, ev mal û dewlemendî di be hêz û qewet ji meriv re. Çawa kû beran;  xwe bi qiloçê xwe, ji heywanên dî diparêz e, qiloçê wî jê re dibine sitar her wisa mixabin îro malê dinyayê jî ji meriv re di be wek sîleheka giran di desta de. Gava sîleheka giran di destê meriv de hebe, ma kes diwêre ji bo kû zirarê bi de meriv bi ser meriv  de we re.

 

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
276 gün önce
1217 gün önce
1257 gün önce
1336 gün önce
1371 gün önce
1416 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=