Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

GOTINÊ BAV Û KALAN (11)

07 Eylül 2023, 01:22 - Okunma: 203

Xebera nav sî û dû dirana digihîje şarîstanê

Xeberdaneka bidizî be û meriv wê dî devê xwe de negire ewê aşîkâr bibe û hemû însan pê bi hesinin. Tiştekî bi dizî be û meriv jî pê hesîya be, lazime kû meriv  vê xeberê/gotinê di nav însana de belav neke. Heneka ewlehî bi meriv anî be û  gotin/xeberdaneka bi dizî ji meriv re gotibin pêwîste ev gotin/xeberdanê di xwe de bigire. Lewra ev goti di be emanetek li ba meriv. Heke ku em vê xeberdanê belav bikin mixabin dîbe xîyanet jî wî yê ku ewlehîya wî bi meriv hebû. Xîyaneta ji emaneta re jî ji wesfên minafiqa ye.

Kevirê havînê biavên kadînê

Bêgûman Havîn, demsaleka pir qîymet û bi bereket e. Ji hemû tiştê wê meriv fêde dibîne. Tiştê kû çile/zivistanê de ji meriv re lazim di be tev di havînê de têne amada kirin. Di vê goina mezinan de kevir, bi mecazî hatîye bikaranîn ku tiştên tu qîymet ji wan re tune be jî (heke cîyê meriv mûsaîd be û meriv dikaribe hilîne) zû bi zû wan tiştan neavêje lewra di be ku ew tişt rojekê lazim bi be. Îsrafê ne baş e.

Kevir, di cîyê xwe de giran e

Însan dİ jîyana xwe de, di nav civakê de û însana de pêwîste kû şexsîyeta xwe mihefeze bike û giran be. Însan kû giran be, di nav însana de biqîymete û li gotinên wî têne gohdarîkirin. Lê belê ên sivik bêgûman dinav civakê de tu kes tu qîymetî ne didine şexsîyeta wan ne jî didine gotinên wan.

Şahidê rovî dûvê rovî

Ev gotin li ser însanê di nav însana de îdî bawerî biwan nemaye hatîye gotin. Bawerîya însana, bi însanê rast tê. Bi ên virek û nerast nayê. Însanê nerast, ji bo xwe bi însana bidine bawer kirin, kû rabin şahidê xwe jî yekî weka xwe  yî kû bawerîya kesî bi wan tuneye bîne  bêgûman dîsa bawerîya tu kesî bi wan ewê neyê. Şahidê ji xwe re anîye na be sebebê kû ewlehîya wî zêde bibe û meriv pê bawertir bi be. Piştî kû bawerîya kesên li dora merîvin bi meriv nêmîne ew çiqasî jî şahidên weka xwe bîne jî valeye.

Mala mêra kanîya zêr û zîva

Ev gotina mezinan li ser malbata kû zilam û zarûyên wa ên kûrik/zilam pirin û tev jî bihere biaqubetin û dişûxilin hatîye gotin. Malbata kû zilam tê de zafin û tev dişûxilin bêgûman dahata wan jî zêdeye, destê wa tim fireye. Malûme gava destê meriv jî fireh be nehewcehî tu kesî ne. Kû meriv  nehewcehî tu kesî be, dewlemend e. Dewlemend jî, di nava civakê de xeberdanê wan tê ne gohdarî kirin, di her cîyî de li pêşin, ne layîqbin jî rûspîyê civakê ne. Mixabin îroroj jî pere, tu derîyekî ku veneke tuneye. 

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
276 gün önce
1217 gün önce
1257 gün önce
1336 gün önce
1371 gün önce
1416 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=