Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

Gotınê Bav Û Kalan Nexşê Lı Ser Kevıran (15)

26 Ocak 2024, 13:32 - Okunma: 292

Gotınê Bav Û Kalan Nexşê Lı Ser Kevıran

     1.Aqlê dîna bide ber pihîna

Pêwîste meriv zane be bê ewê bi kî re bişewre. Însan tim u daîm nikâre tiştê tên e serê wî bi tena serê xwe çareser bike. Carna jê, meriv heyîrî dimîne û nikâre ji nava pirgirêkan derkeve. Hingê hewcî şewra bi henek kesan re dibe. Lê belê ji bo şewrê jî hema kî derkeve pêşîya meriv, meriv nikâre pê re şewra xwe bike. Di vê kû ê meriv pê re dişewir e yekî zane be. Ji ber wê ye kû ê şewrê bike tu carî zirar na ke. Lewra aqil ji ser aqil re heye. Pêxemberê be (silavên Xweda li se rê bin) di hedîsa xwe de wiha gotîyee; “Ên kû bişewr e poşman nabe, ên kû îstîharê bi ke hûnda nake. " (Tirmizi)

    2. Ji roja dinya ava ye herkes bî ‘aqlê xwe şa ye

Ev gotineka pir bi wateye. Lewra her însan jî xwe û aqlê xwe razîye. Tu kes aqlê xwe bi ê kesê dî na de. Evêya jî ne tişkekî baş e. Bêguman çawa kû Xweda, însana ji hev cûda cûda aferandîye, kêmayî û zêdehîyên wa jî cûda cûda ne. Hemû kesa, li gor qaabîlîyet û behremendîya wan daye wan. Yek ji van tiştan ji kû Xweda ne weka hev da ye însana: aqil e. meriv, yekî ji xwe hê çêtir bibîn e, lazime kû vê qebûl bike û dikaribe şîretên wî goh bide wan. 

    3. Yan hîn ne ke kû te hîn kir jibîr ne ke

Li ser însanên kû tengasîyek li wan diqewime, meriv qencîyê bi wan di ke, lê kû carekê tiştekî dixwazin ji destê meriv nê û meriv nikaibe wan biqedîne ji ber vê ji meriv dixeyîdin hatîye gotin. Însanin hene tu rojê sed carî tilîya xwe li nava hûngiv bi dî û têxî devê wan nabêjîn bese. Kû hema carekê tiştekî bixwazin meriv ne de wan xwe di xeyîdînin, pitepit û mizemiza wan kêm nabe. Qencîya merivî ku bi wan kirîye tevî nabînin u wî neqedandina meriv bi tenî dibînin Însanê wisa na layîqin kû meriv tu qencîyekî b wan bike. 

    4. Ê gohê xwe ne de mezina dimîz e gohê bizina

Însanê kû ji aqlê xwe razî be û gohê xwe ne de mezinê xwe şaşî û xetayên wisa ecayîb di ke kû di nava însana de xwe dihetikîne. Di be sosret di nav civakê de.

    5. Lingê xwe li gorî bera bavê xwe dîrêj ke

Ev gotina pêşîyan e ku li ser însanê ne li gor rewşa xwe mesref dikin ji ber vê jî ku tim deyndarin hatîye gotin. Lazime însan, li gor rewş, debar û dahata xwe tevgeran bike. Kû zêdetir mesref bike, ev dibe îsraf. Îsraf jî, xêr tê de tuneye. Xweda ê Teala dî heqqê ên kû îsrafê dîkîn de wiha gotîye: “Însanê kû îsrafê dikin/bereday didin birayên şeytan in. Şeytan jî, ji Rebbê xwe re pir nankor e.” (Sûretê İsra: 27)

    6. Devê rovî ne di gihîşte tirî iî got, çiqas tirşe

Ev gotin ji bo însanên hesûd tê gotin. Lewra hesût, gava tiştekî pir dixwazin û bi destê wan nakeve, ê kû wî tişti bi dest xistine di xwaze kû wî tiştî li ber çavê wan reş bike û bê qîymet bike. Ji bo ku ew jî tu fêydê jê nebîne. Ên hesûd, bi qehr û hesûdîya xwe encex zirarê dikârin bidin xwe bi tenê. Nikârin zirarê bi din kesên dî. Ji ber wê ji dilê wan tim ne rihete û bêhizûrin.

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
277 gün önce
1218 gün önce
1258 gün önce
1337 gün önce
1372 gün önce
1417 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=