Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

GOTİNÊ BAV U KALAN NEXŞÊ LI SER KEVIRAN -3

13 Aralık 2020, 15:51 - Okunma: 2687

Bi navê Xweda yê Rehman e Rehîm e.

1.Kebanîya heft mala ye ne dixwo ne di de hevalê xwe

Li ser însanê ku dewlemendin lê belê pir thima ne u qesîsin tê gotin. İnsanê ku dewlemend bin u merd bin hem malbata wan hem jî ê li der u dora wan ji wan fêde dibînin. Lê ê ku çikuz bin u tima bin ji ber ku nizanin bixwon nizanin bidin ên li dora xwe jî.

Merdîtî; bi hawê ku meriv nekeve îsrafê tiştekî başe u hatîye pesindan. İsraf; jî tiştekî ne başe u hatîye asteng kirin. Lewra Xweda ê Te’ala di Qur’ana Pîroz de wiha dibêje: “İnsanê ku îsrafê dikin/bereday didin birayê şeytanin. Şeytan jî, ji Rebbê xwe re pir nankore. ” -Sûretê İsra:  27-

Dest girtî bun u çikuzîtî ne yekin. Dest girtî bun; pere u malê ku di destê meriv de ye di cîyê wêde bê xerckirin e.

Çikuzîtî jî; Ku di destê meriv de pereyek an jî malek hebe, bi vî pere/malî çiqasî hewcehîya meriv u malbata meriv hebe jî xerc neke u nexwo. Evêya jî dibe sebebê ku çavê malbat u zaruyê meriv li destê xelqê be. U îsraf jî dibe sebebê perîşanîya mal u malbata meriv.

2.Kera li ba hev girênedin ji hev hînî tir u fisa dibin

Henek însan hene beredayîne u bi kêra ti tiştî nayên. Ku meriv vanê wisane bihêle ku bihevre hevaltîyê bikin, tiştên xweyî neqenc wê bihev bidine hînkirin u xerabîyên wa wê zêdetir bibin. Xort, ên li dora wan çawabin ew jî xwe dişibihînin wan. Pêwîste ku dê  u bav heya xwe ji zaruyên xwe bînin. Zanibin bê bi kî re hevaltîyê dikin. Hekena piştî ku hevsarê wan hate berdan, kî hevsarê wan têxe destê xwe ewê ew xort jî li gora wî kesayeta xwe avakin. Lewra di derheqqê havaltîyê de Resulê Xweda (silavê Xweda li serbin) di hedîseka xweyî şêrîn de wiha gotîye;  “Zilam/meriv, liser dînê hewalê xwe ye. Her yek ji we kâ bila li xwe binêre bê bi kî re hevaltîyê dike. ” -Ebu Dawud, TîrmîzîU di hedîseka xweyî dî de jî wiha dibêje; “Meriv bi însanê ku jê hezdike re ye. ” -Sehîha Buxarî u Sehîha Muslîm-

Xweda jî di Qur’ana Pîroz de di dereqê hevaltîyê de wiha ferman kirîye;

“Wê rojê ji xeynî ên mutteqî ku li hember Xweda ê Te'ala dernakevin pê ve ên ku dost u hogirên hevin henek ji henekare neyarin. ” -Suretê Zuxruf: 67-

3.Mala pîrê gora pîrê

Tiştê meriv, bi meriv şêrînin. Meriv bi tiştên ku di destê xwe de ye qeneat bike him ewê dilgeş u dilxweş be him ji çavê wî ewê ne li destê ti kesî be. Ku meriv dikaribe wisa be tiştekî pir xweşe u başe. Hînbun u ulfîyet; tiştekî wisaye ku, bi henekî din ev tiştê ku meriv dike bê çiqasî zor u zemet be jî bi meriv pir xweş u şêrîn tê.

Lê belê dê u bav, zaruyên xwe hewqasî bi dilovanî mezin dikin, li ser wan di lebitin u piştî ku zaruyên xwe di zewicînin zaruyên wa pişta pîrekê xwe digrin u wa li rastê dihêlin u dev ji wan berdidin. Pîr u kâlê ku bi tena serê xwe dijîn, ew mala wa her tiştê waye. Hewqasî bi mala xwe ve têne girêdan ku, destê wan ji mala wan nabe. Hînî tenêtî u bêdengîya mala xwe dibin. Ev bêdengî u tenêtî ji wan re hê xweştir tê. Tebata wa ji xeynî mala wa li mala kesê din nayê. Ti di xwazî bira ne mala xerîba be jî mala herî yekî ku nêzî wan be.

4.Reva pisîkê heta kadînê

1-İnsan; çi baş bin çi nebaş bin, çi misilman bin çi kafir bin li vê dinyayê çi bikin helbet ewê ji wan bê pirsîyarkirin u hîsabên wa bi de. Li vê dinyayê nede jî ewê roja axîretê di mehkeme-î kûbrade (ango di mehkema mezin de di huzura Xweda de) ewê hisabê tiştên ku kiriyîye bide hakimtirê hakimtira Xweda ê Te’ala.

İca meriv ji ber çi bireve bira bireve di dawîyê de ewê were liber mirinê serî bi tewîne u li ser çokê xwe runê. Ji mirinê ti candarek ne filitîye u nafilte jî. Lewra sûnnetulla bi vî hawîye. Xweda, gava ku însana aferandîye ne bêdawî aferandîye.

2-Însanin hene, gava ku carna jê tiştnê beredayî dikevine destê wa (wek mal u meqam u… hwd) pêşî dev ji ê dora xwe u malbata xwe berdidin, terka wan dikin. Qîyma xwe hew biwan tînin. Lê bele, piştî ku ew tişt ji destê wan dertê u diçe dîsa vedigerin têne ba wanê ku terka wan kiri bun.

5.Sûkuta Lîsanê Selameta İnsanê

(Binêrin li; Zimanê Kin Serê Rihet)

6.Tirs Mamê Rovîye

(Binêrin li; Tirs Apê Rovîye)

7.Tirs Mêrga Rovîye

(Binêrin li; Tirs Apê Rovîye)

8.Tiştê Çu Nede Du

Gava firsetek kete destê însan u ev însan wê firsatê ji xwe re bi kar neyîne u piştre jî poşman di be ji bu dilê wî/xwe xweş bikin ên li dora wî an jî ew bi Xweda we ji xwe re dibêje. Ya rastî pirê cara ev gotin li ser poşmanîya însan tê gotin.

Carna jê jî gava ku di ser buyer u tiştekî ku dilê meriv êşnadîye de wext derbas di be u ev buyer di nava xeberdana de meriv tîne ziman disa ên li dora meriv an jî meriv bixwe xwe sakîn dike u vê gotinê dibêje.

Xweda ê Te’ala, wext u zeman tiştekî wisa afirandîye ku gava çu meriv nikare wê bi paşve bîne, Çawa ku meriv nikarê wê bi pêşve jî bi be. Çawa ku henek zanayan gotîye; “İnsan zarukê demêy e/zeman e.” Ji ber vê pêwîste ku meriv qîymetê wê dema ku tê de ye baş bizanibe. Ew dem/qonjonktur, çi ji meriv bi xwaze meriv wê bike.

Jîyan jî eynî wisaye. Carna jê; tiştin, firsetin dikevine destê însan lê belê însan va firsata dinirxîne u jîyana wî tev di guhere. U carna jê jî va firsata nanirxîne, poşman dibe, ax u wax dike u li çoka xwe dide. Hz. Alî dibêje; “Firste, li ser pişta kîso tên u weka berqê jî ji destê meriv derdikevin.”

Jiber vê pêwîste ji ber tiştên ku tiştên ji destê me derketire u çune em xwe heder nekin u sebra xwe belav nekin.

9.Xewnê Sibatê Neyne Civatê

Pêwîste ku meriv heyal u rastîyê dikaribe ji hev veqetîne. Hekena ewê pir zirar bi de xwe.

Sibat; mehek ji mehên çileye. Di pey Sibatê de bihar dest pê dike. İnsanê ku payîzê tovê xwe avêtibe erdê xwe, îdî li hêvîya tiştê ku wê jê were disekine. Berê, ji ber ku debar u îdara însanê me bi piranî li ser çandin u ziraatê bu, di payîz u bihar u havînê de dişuxilîn u di mehên çilede jî betal bun. Di van mehê xweyî betal de, heyalên masulên ku wê bistînin dikirin. Bi van heyalên xwe çile di qedandin.

 İca însan, çi heyal bike ji ber ku evana dikevine bin hişê wî pirê cara di xewnê xwe de jî wa dibîne. Ê ku tim bi fikire wê havînê mahsulê wî bi bereket be, ewê xewnê xwe jî di wê çarçovê de bibîne. Ku rabe wêya weka ku ji dil u raste li civata bêje evêya ne rast u ne dirust e.

10.Xwezî ez ne biçukê bira buma gûrê serê çîya buma

Ewêya ji bu însanê/birayê mezin (çiqasî jî baş dibe bila bibe) bi hawakî neheqîyê li birayê xwe ê biçuk dike hatîye gotin.

Dibe ku ev tevgerên ku weka neheqîyê têne dîtin ji alê birayê mezin ve ne bi nîyeta neheqîyê u ne bi nîyeta zilmê jê bêne kirin. Lê mixabin dîsa jî birayê biçuk vêya ji xwe re neheqî di hesibîne.

Berê jî u vêga jî di kârê malêde birayê mezin bişuxule u ê biçukê malê jî runê u alî birayê xwe nekirana an jî bihişta ê jê meztir wî kârî bike evêya eyb u şerm e. Kêmahîyeka pir mezine ji bu wê melê.

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.

RSS
© 2023 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=