Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

GOTINÊ BAV Û KALAN NEXŞÊ LI SER KEVIRAN (7)

05 Ağustos 2023, 01:42 - Okunma: 367

GOTINÊ BAV Û KALAN NEXŞÊ LI SER KEVIRAN

Reva pisîkê heya  kadînê

1- Însan çi baş bin çi jî nebaş bin, çi misilman bin û çi jî kafir bin li vê dinyayê çi bikin bêguman ewê ji wan bê pirsîyarkirin û ewê hisab bidin. Li vê dinyayê nedin jî ewê roja axîretê di mehkeme-î kûbra de bi de hakimê hakiman  Xweda ê Te’ala.  Îca meriv  ji ber çi bireve bila bireve di dawîyê de ewê were li ber mirinê serî bitewîne. Ji mirinê tu candarek ne filitîye û nafilite jî. Lewra sûnnetûllah bi vî hawîye. Xweda, gava kû însana aferandîye ne bêdawî aferandîye.

2- Însan hene, gava kû carna jê tiştnê beredahî dikevine destê wa (wek mal û meqam û…. hwd) pêşî dev ji ên dora xwe û malbata xwe berdidin, terka wan dikin. Qîyma xwe hew biwan tînin. Lê bele, piştî kû ew tişt ji destê wan dertê û diçe dîsa vedigerin têne ba wanê kû terka wan kiribûn û li wan poşman dibin.

Mala pîrê gora pîrê

Ev gotina pîşîşa li ser kû; tiştên meriv,  bi meriv  şêrinin tê gotin. Dê û bav, zarûyên xwe hewqasî bi dilovanî mezin dikin, li ser wan di lebitin, piştî kû zarûyên xwe di zewicînin zarûyên wa pişta pirekê xwe digrin û wa li rastê dihêlin, dev ji wan berdidin û cihê dibin. Pîr û kâlên kû bi tena serê xwe dijîn, ew mala wa hemû tiştê wa ye. Hewqasi bi mala xwe ve têne girêdan kû destê wan ji mala wan nabe. Hînî tenêtî û bêdengîya mala xwe dibin. Ew bêdengî û tenêtî ji wan re pir weş tê. Tebata wan ji xeynî mala wan li mala tu kesê dî nayê. Tu dixwazî bila ne mala xeriba be jî mala herî yekî nêzî wan be jî dîsa sebra wan nayê.  Lewra hînbûn û ûlfîyet; tiştekî wisaye kû bi henekî din ev tiştê kû meriv  dike bê çiqasî zor û zehmet be jî lê belê bi meriv  pir xweş û şêrîn tê.

Kebanîya heft mala ye ne dixwo ne di de hevalê xwe

Li ser wan insanê ku dewlemendin lêbelê nemerd û qesîsin hatîye gotin. Însanê dewlemend bin û merd bin hem malbata wan hem jî ên li der û dora wan ji wan fêde dibînin. Lê ên kû çikûz bin û tima bin ne di xwon ne jî zanin bidine xwarin. Lewra ê ku nizani be bixwo nizane bi de xwarin jî.  

Merdîtî; bi hawê kû meriv  nekeve îsrafê tiştekî başe û hatîye pesindan. Îsraf jî;  ji tiştekî ne başe û hatîye menkirin. Lewra Xweda di Qûrana Pîroz de wiha dibêje: “Însanê kû îsrafê dikin/bereday didin, birayên şeytanin. Şeytan jî, ji Rebbê xwe re pir nankor e. ”[2]

Mirina bizinê tê diçe nanê şiwan dixwo

Pêşîya vê gotinê li ser qeza û qederê gotin e. Bawerîya bi Qeza û Qederê şerte ku misilman pê bawerîyê bînin. Heya meriv  pê bawerîyê neyîne imana meriv  ne li ciye.

Îca Qeza bi kurtasî; Tiştê kû ji alê Xweda ve têne zanîn û gava wext û cîyên wan tê çêbûna wan tişta ye. Mesela;  yekî kû mirina wî bi hawê kû ewê di avê de bixeniqe be, gava ecelê wi tê, bi lingê xwe û bi îmkanên xwe di çe ber wê avê û dikeve wê avê û di xeniqe.

Qeder jî; Zanebûna Xweda yî ji ezel heya ebed, bi ‘ilm û zanebûna xwe yî bê dawî, çi tiştên kû bûne û wê bibin, wext û cîyê wa yî kû ewê lê bibin û bê wê bi çi şeklî bibin e.

Di derheqqê hemû tiştî de, ên çebûne û ên hê çênebûne û ên hê ewê çê bibin li ba Xweda tev hatine nivisandin. Çi tiştê kû çê di be û tê meydanê li gora wî hawê kû hatîye nivîsandin çê di be. Ên ku bixwazin di derheqê qeza û qederê de agahdarîya zêde hîn bibin dikarin  RİSALA NUR’a Bedîuzzaman bixweynin.

 

Gava ecelê mirûstangê tê perê wê çê di be

(Binêrin li; Mirina bizinê tê di çe nanê şiwan dixwo)

Gava ecelê mîroyê tê perê wê çê di be

(Binêrin li; Mirina bizinê tê di çe nanê şiwan dixwo)

Gava Ecelê Kerê Tê Dî Çe Nanê Cotkâr Dîxwo

(Binêrin li;  Mirina bizinê tê di çe nanê şiwan dixwo)

 

 

[2] Çîroka Aşê Şikrîmo: Xweda yeke û bitenêye:

Rojekê yekî ku ji hebûnaXweda bawernake li çolê laqayî şivanekî di be. Ji wî şivanî dipirse; 

-Wa şivano! Tu ji kîjan dînî yî lo? Şivan jî dibêje,

-Elhamdulîllah ez misilmanim. Evîna dixwaze ku şivan di bawerîya wî de têxe şiphê û hişê wî tevlîhev bike. Jê re dıbê,

-De kâ bê je tu çawa zanî ku Xweda yek e, heval û şerîkê Wî tune ne?

Şıvan dibêje,

-Pir rihete. Ez vêya ji Aşê Şikrîmoyê gundê xwe dizanim.

-Çawa yani!  Şıvan,

-Li gundê me Şikrîmo hebû û aşekî wi hebû. Du-sê kurê wî jî hebûn û pê re li ber destê wî dişûxilîn, alîkârîya bavê xwe dikirin. Heya Şikrîmo sax bû ev aşê ha baş dişûxilî û digerûya. Lê belê piştî ku Şikrîmo mir tu kesî ji wan wî aşî tu xêrek nedî. Çima tu zanî? Ji ber ku zaruyên wî her yekî ji ê dî re di go; “Ez naçim ber aş, tu hare.” Ê di di go, “tu hare ez naçım…” Bi vî hawayî ji wan zaruya tu kesî wî aşî neşûxiland. Ew aş jî rizîya û çû. Ava, ez ji vî aşî fêm dikim ku Xweda yek e û tu heval û şerîkê Wi tunene. Ku heval û şerîkê Wi hebûna, ev gerdûn û dinya bi sazûman e ma bi vî hâwayî dewam dikir? Ewê jî weka aşê Şikrîmo tev bin gohê hev biketana. Ma newısa ye.

Li ser vê bersiva şivan ewê bêbawer serê xwe dixe ber xwe û bi rîya xwe ve diçe.

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
277 gün önce
1218 gün önce
1258 gün önce
1337 gün önce
1372 gün önce
1417 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=