Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

Perwerdehîya Bı Zımanê Dayîkê/Zıkmakî Çıma Gırıng E?

07 Şubat 2024, 13:42 - Okunma: 100

Ziman, di serê wan tiştên ku însan xwe dide îfedekirin de tê. Ji bo ku yek dikari be xwe bi de îfedekirin û bi însanê dora xwe re têkeve têkilîyê ziman lazim e. Lewra ziman; hêsteka wisaye ku di navbera însanên ne lalin û dikarin biaxif in/xeber bidin de, ji bo di navbera gelekî de netewetîya wan zexim bibe û bi pêşve here, ji bo ên wî gelî tînin e meydanê li dora dozekê bicivin û xwe ji wî gelî bihesibînin de nerxekî bi qîymet e.

Zimanê zikmakî; ew zimanê ku malbata meriv, eşîr u gelê meriv pê xeber dide ye. Ji ber vê nexwe zimanê zikmakî, pêgirî û mensûbîyeta nasneya meriv jî îfade dike. Bi piranî însan, bi kîjan zimanî xeber didin wan bi wî gelî ve girê didin ango dikin mensubê wî zimanî. Kurd-Kurmancî/Zazakî, Tirk-Tirkî, Ereb-Erebî, Faris- Farisî, îngilîz-îngilîzî…

Temamê gelên dinyayê bi zimanê ku pê xeberdidin têne naskirin. Heke ku zimanê gelekî hunda bi be mixabin ew gel jî hunda di be. Lawra zimanê neteweyekî; çand, edebîyat û wêje, perwerdehî, fêrkarî û hîndekarî, zanîstî, kevneşopî, hiquq û zagon û her tiştê wî gelî ye. Gel û neteweyek bi zimanê xwe he ne. Ziman tûnebe em nikarin behsa gel û netewe û milletekî bikin.

Ji ber van teva perwerdehîya bi zimanê dayîkê di hebûna gel û neteweyekî de jî giringîyeka wê a mezin heye. Ji bo ku zimanek nê jibîrkirin û bi pêş ve here, pêwîste ew ziman bi be zimanê perwerdehîyê. Her wisa zimanê perwerdehîyê; zimanê di nava milletkî de zimanekî hewbeş e/mûşterek e. Bi vî hawî dîyalekt û devokên heremî ên wî zimanî bi deman e bi wî zimanê perwerdehîyê re dibine yek û cûdahîtîya di navbera wan de kêm di be.

Her wiha zimanê perwerdehîyê; zimanê çapemenî û çapgêrîyêye jî. Heke ku îro, zimanê Kurmancî/Zazakî, bi tevî hewqas ku qedexetî lê hatîye kirin û welatên neteweperest û dagirker ku hewqas xwestine vî zimanî bidine jibîr kirin û hê jî vaye em pê diaxifin ev jiber ku Kurdî, zimanê medreseyan bûye ji ber wê ye. Her çiqas ev tevger û libat hindik bê dîtin jî bêgûman di parestina zimanê Kurdî de rola medreseya ne hindik bûye.

Di dewra ku medrese ji sazîyên fermî bûne di wan de ilm û perwerdehîya pozîtîfî/erênî jî dihate dayîn. Weka tip/bijîjkî, astronomî/asîmansazî, matematîk/jimêryarî, fîzîk, kîmya, endezyarî, felsefe, kelam, mantiq û hwd hema bêje di temamê ilman de perwerdehî hebû. Perwerdehîyeka bi tene li ser ilmên Îslamî bi bitenê ne sekinîn e.

Heke ku li helbestên alimên kurd bê rihêntin ewê bê dîtin bê ev çarçove bê çiqas berfirih e. Bi van helbestan bê talîm, çiqas dewlemendîyekê xistîye nava ziman û wêje ye û wan zexim kirîye. Lewra ji bo zimanek bijî û dewlemend bibe pêwîste ev her du paldankê wê bihevre hebin;

  1. Zimanekî perwerdehîyê/education be,
  2. Zimanekî ragihandinê/communication be.

Heke ku ev her du paldankê zimanekî ji holê bêne rakirin ew ziman, ew ê bimire û bê jibîrkirinê. Zimanên ku hatine jibîrkirin û ji nav civakan ku rabûna ji ber ev her du paldankê wê ji holê hatine rakirin e.  

Zimanê me jî mixabin bi van her du xetereyan re rubiru ye. Bêguman hebûn û mayîna wê yî heta vî zimanî em dikarin bêjin sebeba herî mezin deyndarê perwerdahîya di medresan de ye. Bi xêra ku di medresan de zimanê perwerdehî û ragihandinê bû ye heta îro ne hatîye jibîr kirinê. Lê mixabin ev serê 25-30 salîye zimanê Kurdî van her du dînamîkê xwe yî giring hunda kirîye. Perwerdehîya di medresan de ya bi zimanê Kurdî hame bêje nemaye. Ji vî alî ve, sistahîyeka pir mezin di nav melle û alim û suxteyan de xwe nîşan daye. Perwerdehîya bi tirki ji wan re he rihet tê. Ya rastî ev jî ji ber ku feqî û suxte bi zimanê xwe nizanin e. Wextê ku bi zimanekî fêhmneke ders were dayîn ew jî çê nabe.

Di vî zemanê dawî de zimanê Kurdî, ji zimanbûna ragihandinê jî derketîye. Mixabin îro zaroyên me piran bi zimanê xwe nizanin xeber bidin/biaxifin. Ê baş zane jî nîvco dizanin. Fêmdikin nizanin bi axifin, nîvî Tirkî/Erebî nîvî jî bi Kurdî diaxifin. Lazimê em van her du pirsgirêka ji holê em bi xwe rakin.

Ragihandin û axaftina pirî ku di nav malê de, li kar û dibistan û kûçe û suk û bazaran de îdî ne bi Kurdî ye, mixabin bûye bi Tirkî. Kurmancî/Zazakî, ji zimantîya ragihantîyê zûve derketîye. Şûna gelek bêjeyên Kurmancî/Zazakî bêjeyên Tirkî girtine. Ziman hêdî hêdî hat jibîrkirin. Ji bo ku zimanê me careka dî şîn bibe û xwe bide hev perwerdehîya bi Kurdî pêwîste û ferze. Lewra perwerdehîya bi zimanê zikmakî mafê temamê gel û netewa ye. Qedexe kirina zimanê zikmakî zilm û tehdehiya herî mezin e. Cûdatîya zimana, neteweyên di nav welatekî de dijîn ji hev perçe nake. Wan hê pirtir nêzî hev dike. Tiştê ku gel û neteweyan ji hev perçe dike ne zimanin bes ku netewek xwe ji netewên dî serdest bibîne perçebûn tê holê.

Îro li ser rûyê erdê gelek welat hene ku du sê heb heta hê zêdetir zimanê wayî fermî hene. Em li van welata binêrin en herî bi pêşve çûne dîsa ev welat in. Ev bûye sedem ku bi pêşve jî herin û bibin xwedî çandeka dewlemend. Lewra “her zimanek, însanek e.” Hebûna çend zimanê fermî bêgûman xwe mehkûm kirina zimanekî bi tenê çêtire.

Bi tevî vê; Zimanê Kurdî, zimanê milletkekî wisa ye ku piştî Tirka ên ku li Tirkîyê dijîn gelê duyemîne ji alê pirbûnê ve. Kurd, li du herema Tirkîyê û heta li alê rojavayê Tirkîyê jî berbilavîyeka mezinin. Di Kurdîstana Tirkîyê de hijmara Kurda ji  % 90î pirtir e.

Vaye ewê di dibistana de “hilbijartina dersên kurmancî û zazakî” heya çend rojên dî jî bdikaribin bêne hilbijartin. Em vê qencîyê li zaroyên xwe bikin. Vê mîrasa bav û kalan ji zaroyên xwe re bihêlin. Wan ji hînbûna zimanê wan mehrûm nehêlin. Em çiqas serî li van dersan bidin ewê mecburî van dersan têxin mûfredatê.

Gelî birano;

De werin em xwedî li zimanê xwe derkevin.

De werin em li rûmeta xwe xwedî derkevin.

De werin em li mîrasa xwe xwedî derkevin.

De werin em li dahatû û pêşeroja xwe xwedî derkevin.

 

(1) Çend heb dewletan em dikarin wek mînak bidin di vê mijarê de;

 Elmanya; zimanê xwe + elmanê,

Çîn; zimanê xwe + çînî

Swîsre; elmanî + frensizî + înglîzî

Swês; hînbûna zimanê her kesî mecbûrî ye

Îsraîl; îbranî + erebî

Kanada; înglîzî + frensizî

Belçîka; frensizî + felemenkî + elmanî

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=