Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

GOTİNÊ BAV U KALAN NEXŞÊ Lİ SER KEVİRAN -6-

08 Şubat 2021, 20:34 - Okunma: 9391

Bi navê Xweda ê Rehman Rehîm. Selat u selamên Xweda li ser Pêxemberê me Hz. Mihemmed (silavên Xweda li ser bin) u al u eshab temamê bawermenda be.

 

  1. Diz û Xwedîyê Malê Bibin Yek Gâ Di Kûlekê Derdixin

Ev gotîn lî ser însanê ku ji malbat u malê xwe re xayînin hatîye gotin.

Însanê ku ji mal u serweta xwe re xayîn be, zirara ku neyar u xerîb nikârin bidin wê malê ew bixwe dide mala xwe u malê xwe. Li ser ruyê erdê, ji îxanet u xîyanetê xeraptir u pîstir ti tiştekî dî tineye u nehatîye. Lewra meriv, ji yekî mala xwe yan jî yekî ku xwe bi meriv dost di de nîşandan xerabîyê jê hêvî nake. Yekî wisa ku rabe xerabîya neyarên meriv nikârin bi meriv bikin bi meriv bike, ma ji vê xerabîyê mezintir, ji vê xayîntîyê mezintir ti xerabî u xayîntî heye!

Kî di be bila bibe ti însanek kêfa ti kesî ji xayîntîyê re nayê. Ti kes naxwaze bi wan re bi ti hawayî bişuxilin. Naxwazin bi wan re di eynî civakê de di eynî sazîyê de cî bigrin. Xayîn tim zelîlin. Ên ku li dora wa ne têkilîyên xwe heta ji destê wan tê ji wan qut dikin, dibirin. Lewra di ujdanê însana de cî ji xayîntî u xîyanetê re tuneye. Gelê me ji însanê xayîn u îtîrafkâr u îspîyonkerre dibêjin bêbext u qelleş.

 

  1. Diza Ji Diza Dizî Erd U Asîman Lerizî

Henek însan hene ku ti tişt ji wan nayên hêvîkirin. Lê gava ku tiştnê mezin dikin ev halê wan bi vê gotinê tînine ziman.

Diz, dizîya xelqê dikin. Bi pirayî naçin dizîya dizekî weka xwe nakin. Lê belê ku dizek, dizîya dizekî dî bike, hâ hingê ev dizî pir nav u deng di de. Yanî însanê ku di xerabîyê de wekâ hevin u eynî xerabîyê bi hev dikin evêya di çavê însana de pir ecêb tê dîtin.

  1. Xwedîyê Sebrê Milukê Misrê

Ev gotin li ser ku meriv li hember musîbet u belaya sebir bike wê tiştnê zaf xweş bidest bê xistin u fêkî u encama sebra meriv ewê tiştnê pir xweş bin hatîye gotin.

 Çawa ku em dizanin Hz. Yusuf (silavê Xweda li ser bin), birayên wî ji çavnebarî u hesudîya xwe wî birin avêtin bîrekê. Karwan u rêwîyên ku di ber wê bîrê de diçin ji ber ku tî bune dixwazin ji wê bîrê ji xwe re avê bikşînin. Gava dewla avê berdidine bîrê u dikşînin, di nav dewla avê de Hz. Yusuf (silavê Xweda li se bin) dertê. Karvan, wî bi xwe re dibine Misrê u wî bi koletî di firoşin Ezîzê Misrê Potîfar. Potîfar, wî di be nav mala xwe. Pîştî ku Hz. Yusuf (silavê Xweda li ser bin) mezin dibe, dibe xortekî qeşeg u li hev hatî, pîrekâ Ezîzê Misrê çav ber di de Yusuf u dixwaze dest bi avêjê u wî têxe paşla xwe. Çîroka wan di Quranê de wiha derbas di be;

“Ew pîreka ku Yusuf di mala wê de mezin bubu rabu xwest mirad jê bigire u wî têxe paşila xwe. Derî girt u got; “De we re!” Yusuf got; “Ez xwe dispêrim Xweda! Ew Rebbê min e. Cîyê min xweşik kir. Bêguman zalim/sîtemkâr xelasnabin. ” -Suretê Yusif: 23-

“(…Pîrekê go): “Ez sond d ixwom ku ew, tiştê ku min jê xwestîye neke bêguman wê wêre awêtin girtîgehê u zîndanê u wê bibe ji biçukketîyan. ” -Suretê Yusif: 32-

“Yusuf got: Rebbê min! Girtîgeh ji min re, ji tiştê ku ew min gazî balê ve dikin xweştire. ” -Suretê Yusif: 33-

Radibin Hz. Yusuf (silavê Xweda li ser bin) di avêjin girtîgehê. Fîrawnê Misrê, şevekê xewnekê dibîne. Di pirse; “Kâ kesekî ku xewna wî te’bîr bike heye?” Ê ku xewna tebîr dikin tînin.  Lê belê kesekî ku li gora dilê wî vê xewna wî tebîr bike nabînin. Hevalekî Hz. Yusuf (silavê Xweda li ser bin) ê girtîgehê ku bu bu saqî ango ê ku bi destê xwe meyê dida Fîrawn wiha dibêje: “Win desturê bidine min di girtîgihê de yekî bi navê Yusuf heye ez bawerim encex ew dikâri be vê xewna we tebîr bi ke.”

Fîrawn jî di bê: Bilez harin xewna min jê re bêjin u bila tebir bi ke.”

Saqî, diçe xewnê ji Hz. Yusif (silavê Xweda li ser bin) re dibêje u ew jî xewna Fîrawn tebîr dike. Fîrawn, tebîrê pir di ecibîne. Dibê; “Ew xort di girtîgehê de çi di ke? Wî derxin bînin bamin”

Hasilî kelam. Piştî ku tê fême ku neheqî li Hz. Yusuf (silavê Xweda li ser bin) hatîye kirin, wî ji girtîgehê derdixin u tînine hizura Fîrawn. Hz. Yusuf (silavê Xweda li ser bin) jê re wiha dibêje: 

“Li gorî xewna te ewê li Misrê xela çê bibe. Ez dixwazim ti min deynî ser xezînê Misrê” Fîrawn jî vê daxwazîya wî qebul dike u bi vî hawayî ew Yusufê ku birayên wî, wî avêtibun bîrê, piştî ku hate firotin u kete girtîgehê hevqas tade, ezîyet u belayande bu mîrê Misrê. -Bi kurtahî me behsa jîyana Hz. Yusif (silavên Xweda li ser bin) kir. Ên ku bixwazin dikarin jîyana wî ji kitêbên dîrokê bixweynin. U dîsa ên ku dixwazin dikarin fîlmê wî jî temaşe bikin. U ji jîyana Pêxemberan jîyana wî bixweynin. -

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
277 gün önce
1218 gün önce
1258 gün önce
1337 gün önce
1372 gün önce
1417 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=