Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

BORAQ Û ÎDA QURBANÊ

26 Temmuz 2020, 18:41 - Okunma: 1232

Qurban; sinneteka xêra wê pir mezine. Qurban; ew ajal u heywana ku ji pez, deve an jî dewarên ku ji bu nêzîkbuna bi bal Xweda ê Te'ala ve ji roja 'ewilî a Cejna Qurbanê heta roja dawîya teşrîqê roja Cejna Qurbanê tê ser jêkirin e.

Bingeha boraqê berî îcma'a 'alimên Îslamê u mezheba ev ayeta Qur'ana Pîroz e. Xweda ê Te'ala di Suretê Kewser de wiha ferman kirîye:

"Ji Rebbê xwe re limêj bi ke u qurbanê serjêbike." (1) 

U di hedîsa Pêxemberê me (silavên Xweda li ser bin) de jî wiha gotîye; "Ji Berra ê kûrê 'Azib (razîbuna Xweda li ser be) hatîye rîwayet kirin ku wiha dibêje: Gava ku Pêxemberê me (silavên Xweda li ser bin) roja 'îdê xutbe dida min jê bihîst / gohdarî kir ku wiha di got: “Bêguman di destpêka roja xweyî îro de emê pêşî limêj bikin u piştre jî emê vegerin harin qurbanê xwe serjêbikin. Kî wiha bike ew li ser şopa sinneta me ye." (2)

Li gorî mezhebê Îmam Hanîfî, Îmam Malîk u Îmam Henbel (razîbuna Xweda li ser teva be) serjêkirina qurbanê li ser hemî misilmanê maldar u dewlemend wacib e. Ango pêwîste ku vêya bînin cî. Îca li gorî Îmamê Şafîî (razîbuna Xweda li ser be) serjêkirina qurbanê / boraqê sinnet e. Ango kî ji wa bixwaze dikâre bike cî kî jî bixwaze nake. Lê belê nexasim di vî zemanê me de, misilmanê ku hal u wextê wan li cî ye divê ku qurbanekê serjêkin u goştê wê balabikin u bidine feqîr u hewceyên li der u dora xwe. Lewra di hedîsa ku Zeydê kurê Erkam ji Pêxemberê me (silavên Xweda li ser bin) rîwayet kirîye de wiha dibêje:

"Di 'îda qurbanê de qurbana serjêbikin. Lewra serjêkirina qurbanê 'adet u kevneşopîyeke ji bavê me Îbrahîm (silavên Xweda li ser bin) ji we re mîras ma ye." (3)

Dîsa di hedîsa ku Muslim ji Enes (razîbuna Xweda li ser be) rîwayet kirîye de derbas di be de ku Pêxemberê me (silavên Xweda li ser bin) dû heb beranê spî u bi qiloç bi destê xwe serjêkirîye.

U hedîsa ku ji dîya me 'Aîşe (razîbuna Xweda li ser be) hatîye rîwayet kirin de jî Resulê Xweda ê Te'ala (silavên Xweda li ser bin) wiha gotîye:

"Ti 'emelê ku Ben-î Âdem (zarîyên Âdem) di roja cejna qurbanê de di ke li ba Xweda ê Te'ala ji serjêkirina qurbanê şêrîntir tine ye." (4)

Ya rastî di heqîqetê de, qurban temsîleke u hinarîyekê di de 'alema riha. Lewra hezêkirina mal u milk di dilên temamê însana de heye. Bi serjêkirina boraqê, meriv di bê va ye ez dikârim malê ku li ber dilê min hewqas bi qîymet u şêrîn e serjêbikim u bela bikim bidim feqîra.

Serjêkirina qurbanê nîşan u 'elametê teqwa u parastinê ye. Çawa ku bavê me Îbrahîm (silavên Xweda liser bin) ji bu razîbuna Xweda ê Te'ala rabu khurê xwe di rîya Xweda de serjê bi ke u bi ke qurban, îro gava ku misilman di va rojan de qurbana serjêbikin, Hazretî Îbrahîm (silavên Xweda liser bin) u khurê Wî Hazretî Îsmaîl (silavên Xweda liser bin) di bîra xwe tînin u vê mîras u serpêhatîyê careka dî şîn dikin u can didinê. Bi vî hawî jî xwedanxêr dibin.

U em vê jî ji bîr nekin; serjêkirina qurbanê ji bu kesên misilman 'îbadet e. Ji ber vê jî dikeve ber gelek qeza u bela u musîbetên ku ewê di pêşerojê de werin serê meriv. Boraqa ku tê serjêkirin ne goştê wê ne jî xwîna wa bi qasî mîsqalê zerrê fêde li Xweda ê Te'ala na ke. Lewra Xweda ê Te'ala di derheqê vê di Qur'ana Pîroz de wiha dibêje:

"Ne goştê qurbana we u ne jî xwîna wan nagihîje Xweda. Encex teqwa we (tirsa we yî ji Xweda) digihîje Xweda." (5)

Qurbana ku wê bê serjêkirin, wextê serjêkirina wê ji limêja 'îdê dest pê dike. Ango roja 'îdê piştî ku roj diavêje heta roja dawî a teşrîqa ku roj diçe ava di dome.

Sinnete ku meriv boraqa xwe gava serjê bike va tiştê ha jî bîne cî;

Pêşî bêje Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm,

Selewata li ser Pêxemberê me (silavên Xweda li ser bin) bîne,

Berê heywana ku serjêdike bi de qiblê,

Berîya besmelê an jî piştî wê sê tekbîra bîn e,

Ji bu qebulkirina qurbana wî wiha di'a bi ke bêje; " Xweda yê min! Ev boraq ji Te ye u ji bu Te ye. Ti qebul bi kî. Amîn."

Bêguman roja cejnê roja kêf u şahîyê ye, roja xwarin u vexwarinê ye, roja zikirkirina Xweda ê Te'ala ye, roja tobê ye, roja xwe parêstina ji guneha ye. Ji ber vê jî misilman pêwîste ku kêfê bikin, dilê sêwî u feqîra u mihtaca xweş bikin. Hewcehîyên wayî ku hene biqedînin. Em çawa ku kêfa zaruyên xwe tînin 'eynî wisa kêfa sêwî u zaruyên feqîra jî bînin. Di va roja de em heya xwe pirtir ji wa bînin. Em di va rojên bi qîymet de ji bu temamê misilmanê dinyayê di'a bikin ji bu ku ji bin zilm u zordarîya kafir u zalima xelas bibin.

Îro roj li ser ruyê erdê ev nexweşîna xedar ku heye heta ji me hebe di pîrozkirina roja îdê de tiştê ji destê me were em bikin u em tedbîrên xwe bistînin. Bira ev rojên meyî bişahîne ne bin rojên meyî şînê. Bi hêvîya ku em gelek îdên ku heqqê me ne u Xweda kirîye xelat ji me re bi hev re bikêf u şahîyê pîroz bikin. Amîn.

CEJNA WEYÎ ÎDA QURBANÊ PÎROZ BE.

 


Dipnot:

1- Suretê Kewser:

2-  Bûxarî, Lımêj, Kitab-ul ‘İdeyn

3- 4- Sünen-i İbn-i Mace

5- Surete Hecc: 37

Etiketler : kurban, bayram, kurban bayramı,
  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
274 gün önce
1215 gün önce
1255 gün önce
1335 gün önce
1415 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=