Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

AŞÛRA

27 Temmuz 2023, 00:51 - Okunma: 397

Roja aşurayê di dîroka însanîyetê de li gelek bûyerên mezin re gûvahidan û şahidî kirîye. Jiber vê, di dînê me Îslamîyetê de jî û di dîn û olên dî de jî rojeka gelekî giring e. Li gora rîwayeta wiha tê gotin ku;

Bavê me Adem (Silavên Xweda liserbin) di vê rojê de ji cinnetê hatîye deranîn û hatîyê ser rûyê ‘erdê, di vê rojê de toba wî hatîye qebulkirin.

Hezretî Nuh (silavên Xweda liserbin) jî di vê rojê de ji tofanê xelasbûye û keştîya wî bisilamet hatîye liser berê sekinîye.

Hezretî Îbrahîm (silavên Xweda liserbin); ji agirê Nemrud di vê rojê de xelasbûye.

Hazretî Musa (silavên Xweda liserbin) ji zilm u artêşa Fîr’awn di vê rojê de xelasbuye u artêşa Fîr’awn jî di vê rojê de di Behra Sor de xerqbûye, helaqbûye.

Ji ber vê Roja ‘Aşurayê ji alê gelek qewm u gel u dînî ve rojêka pîroz hatîye qebulkirin u ji alê wa ve hatîye Pîrozbahîkirin.

Ev Pîrozbahîkirin jî, her yekî bihawakî li gora xwe anîne cî. Heneka jê; biteat u ‘îbadet u birojî girtinê pîroz kirine. Heneka jê jî; weka cejnekê pîroz kirine u xwarina ‘aşurayê belavkirin e.

Belê! Nevîyê Pêxemberê me (Silavên Xweda liserbin) Îmam Hiseyn (razîbuna Xweda liser be) jî, pîştî ku di ‘aşurayê de li Kerbelayê hatîye şehîdkirin, rengê ‘aşurayê li ba me misilmana guherî ye.

Biqetlkirina nevîye Resulê Xweda (silavên Xweda liserbin) wate u pîrozbahakîrina ‘aşurayê bitemamî ji binî ve guherandın liba misilmana. Îdî gava ku behsa ‘aşurayê tê kirin, pêşî qetlkirina Îmam Hiseyn(razîbuna Xweda liser be) u bobelat u trajedîya Kerbelayê tê bîra me mislimana.

Jiber vê li çar alîye dinyayê misilmanê temamê cîhanê di vê rojê de vê roja bêsi’ud vê bobelat u qetlî’ema li Kerbelayê de ku biserê nevîyê Resulullah (silavên Xweda liser bin) de hatîye bibîr tînin u dikesirin, xemgîndibin. Le’netê li Yezîd u zîhneyeta Yezîd tînin.

Di pey bobelata Kerbelayê, di dîroka Îslamî de tim dû heb dîmen têne ber çavê me: Yek jê; Gava ku em misilman navê Yezîd dibihîzin tim însanekî xwînxwar, nefisperest, şehvetperest, mêrkuj, dehhaq, xiniskâr u îxanetkâr, ji bu kêf u zewq u seltenata xwe yekî ku dikare zilm u zordarîyên mezin bike tê bîra meriv.

Yê duduya jî; Gava ku em misilman navê Hiseyn dibihîzin tim; mêrekî ku ji bu heq u heqanîyetê li pîya maye u canê xweyî şêrîn danîye holê, ciwanmerdekî ku ji bu ruyê îxanet u xinisîyê bihemu însana bide fêmkirin u nîşandan bêtirs xwe avêtîye holê, liber zilm u zorîyê serîhildaye, meş’ala ‘ilm u zanyarîyê, sembola heq u haqîqatê tê bîra meriv.

Di dîrokê de, însana tim u daîm li “dîmenek ji va her du dîmena jê ango li Yezîd nifir kirine. U dîmena dî jî ango Hiseyn, di dilê misilmana de her daîm şînbuye, jê hezkirine u jiber tiştên hatine serê wî pir pir xemgînbûne, kesirîne.

Îmam Hiseyn; kilam u sitran liser hatine gotin u pesnê wî hatîye dayîn.

Yezîd jî; bi kilam u sitranê ku liser hatine gotin le’net lê barandine.

Yek jê, ji ber buye dîl u êsîrê saltenat u nefsa xwe, bitevî nefs u seltenata xwe ketîye binê çop u poxana dîrokê.

Yek jê jî textê seltenata wî a ma’newî di dilê bi milyara misilmanan de cî girtîye.

Yek jê, tu kesî navê wî li zaruyên xwe ne danîye. Yê dî di hemu mal u malbatên misilman de mitleqa nave wî, navê Hiseyn li zoruyekî xwe danîne u hildane u nehiştine bêjibîrkirin.

Bîranîn u Pîrozbahîkirina ‘aşurayê pêwîste ku ne bi tenê hema meriv rojî bigire an jî xwarina binavê ‘aşurayê belavbike u bixwo.

Pêwîste ku bîranîna me, çawa ku Îmam Hiseyn (razîbuna Xweda liser be ) li hember zilm u zordarî u neheqîyê serî netewand u ji bu heq u ‘edalet u heqqanîyetê li şipîya bigire, derîyên fitneya bigire canê xwe xistîye holê u rîya rast parastîye em jî ‘eynî weka wî heqîyê biparezin u li hember neheqîyê serîhildin.

Îro Yezîd bi xwe tineye, lêbelê zîhnîyeta wî hêjî heye. Em vêya jibîr nekin ku; heta roja dawî ewê fikr u bawerîyên Hiseyn jî u ê Yezîd jî bidomin u wê her daîm hebin. Em va her dû fikr u bawerîya baş nasbikin. Ê ku dawe u doza fikr u bawerîyên wa dikin em wa nasbikin.

Em zanibin bê emê alî kî bin, di sefê kî de cî bigrin u em cî digrin. Şopa rîya kîjanî ji wan bê em dimeşînin.

Em zanibin ku Hiseynî; ango çuna di rîya Îmam Hiseyn de, serî netewandina li hember zilm u zordarîyêye u ji dêlva jîyaneka bi rezîlî be, bila mirineka bi’izzet be.

Em Yezîdê dewra xwe nasbikin u bi wa nexapin. Ji ber vê em jibîr nekin u bawer bikin ku; “Ji bu me hemu roj ‘aşuraye hemu der Kerbelaye.” Hevî u di’ayê me ji Rebbê dilovan ewe ku; mê u temamê misilmana li ser rîya Îmam Hiseyn bide sefgirtin u exlaqê Îmam Hiseyn bide mê. Amîn

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
1217 gün önce
1257 gün önce
1336 gün önce
1371 gün önce
1416 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=