Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

GOTINÊ BAV Û KALAN NEXŞÊ LI SER KEVIRAN (12)

16 Eylül 2023, 01:14 - Okunma: 223

Xwedîyê sebrê milûkê Misrê

Ev gotina pêşîyên me li ser kû merîv li hember mûsîbet û belayan sebir bike ewê di encama vê sebrê de tiştnê pir xweş bidestxe hatîye gotin. Pêşîyên me di vê gotinê de Hz.Yûsûf (silavên Xweda li ser bin) ji xwe re kirine mînak. Lewra  çawa kû em dizanin Hz.Yûsûf (silavên Xweda li ser bin), birayên wî, ji çavnebarî û hesûdîya xwe wî birine avêtine bîrekê. Karwanek û rêwîyên wê yî ku di ber wê bîrê de derbas dibin ji ber kû tî bûne li ber wê bîrê disekinin, ji bîrê avê bi delwa dikşînin û bîna xwe berdidin. Gava dewla avê berdidine bîrê û dikşînin, di nav dewla avê de Hz. Yûsûf (silavên Xweda li se bin) dibînin. Karvan, pir ecêbmayî dimînin. Di dawîyê de serokên wa dibê emê wî bi xwe re bibine Misrê û wî, wek koleyekî bifroşin. Gava digîhîjine Misrê wî bazara kolan difroşin bi tafîqa Xwedê ê kû wî dikire pîreka Ezîzê Misrê yê. Tîne wî dîyarîyî mêrê xwe Ezîzê Misrê dike. Bi vî hawayî Hz.Yûsûf, dinav mala Ezîzê Misrê de di be ferdekî ji mala wan. Îca piştî kû Hz. Yûsûf (silavên Xweda li ser bin) mezin dibe û dibe xortekî qeşeg û lihev hatî, pîrekâ Ezîz mixabin şeytan wê dixapîne radibe çav ber did Yûsûf û dixwaze dest biavêjê, wî têxe paşla xwe.

Ev bûyer di Qûrana Pîroz de  bi vî hawayî derbas di be;  “Ew pîreka ku Yusif di mala wê de rabuyî xwest mirad jê bigre. Derî girt û got: “De we re.” (Yusuf) got: “Ez xwe dispêrime Xweda! Ew Rebbê min e. Cîyê (mana) min pir xweş kir. Bêguman zalim xelas nabin.” -Sûretê Yûsûf: 23-

“(Jina wezîr) got: “Ew kesên we ji bo wî lome li min dikir ev e. Sond be! Min xwest ez mirad jê bigrim lê wî îffeta/namûsa xwe parast. Sond be! Heke tiştê min jê xwestî nekê teqez wê werê avêtin zîndanê û wê bibe ji kesên biçûk ketî. Yusuf) got: “Rebbê min! Zîndan ji min re ji tiştê ku ji min dixwazin şêrîntir e. Heke Tu kemîna wan ji min dûr nekê ez ê meyla wan bikim û ez ê bibime ji cahilan.” -Sûretê Yûsûf: 32-33-

 

Îca radibin Hz. Yûsûf (silavên Xweda li ser bin) digrin û diavêjîn zîndanê. Çend sal di navberê de diçin Fîrawnê Misrê, şevekê xewnekê dibîne. Pir di bin bandora xewna xwe de dimîne. Ji der û dora xwe dipirse dibê; “Kâ kesekî kû vê xewna min te’bîr bi ke heye?”

 Lê belê kesekî kû li gora dilê wî vê xewna wî te’bîr bi ke nabîne. Hevalekî Hz. Yûsûf ê zîndanê hebû. Piştî ku wî berdidin dibe saqî yê Fîrawn. Ango mey û araqavanê Fîrawn. Ew jî hema jê re wiha dîbêje:  “Hun destûrê bidin min di zîndanêde hevalekî minî bi navê Yûsûf heye. Ez bawerim ewê dikâribe vê xewna we te’bîr bi ke.”

Fîrawn jî dibêje: Hun çi sekinîne! Bilez herin xewna min jê re bêjin bila te’bîr bike.”

Saqî, bilez diçe xewnê ji Hz. Yûsîf re dibêje. Hz.Yûsûf jî xewna Fîrawn te’bîr dike. Ew jî dizîvire tê ba Fîrawn û jê re dibêje. Fîrawn, te’bîrê pir di ‘ecîbîne. Dibê;

-Ew xort di zîndanêde çi di ke? Wî derxin bînin ba min! Bilez herin wî bînin...

Îca piştî kû fe’m dike kû neheqî li Hz. Yûsûf  (silavên Xweda li ser bin) hatîye kirin, wî ji zîndanê derdixin û tînine hizûra Fîrawn. Hz. Yûsûf (silavên Xweda li ser bin) jê re wiha dibêje: 

-Li gorî xewna te ewê li Misrê xela çê bibe. Ez dixwazim tu min deynî ser xezînê Mîsrê.

 Fîrawn jî vê daxwazîya wî qebûl dike û bi vî hawayî ew Yûsûfê kû birayên wî, wî ji bo ku bimire wî avêtibûne bîrê, piştî heft belaya ku hate firotîn û bêbextî lê hate kirin û kete zîndanê Xweda wî ji wirê derxist û wî kire mîrê Misrê. (Bi kûrtasî me b ehsa jîyana Hz. Yûsûf  (silavên Xweda li ser bin) kir. Ên ku bixwazin dikarın jîyana wi ji Qûrana Pîroz jî bixewyni. Û dikarin ji kitêbên dîrokê jî bixweynin. Her wisa ên ku bixwazin dikarin fîlmê wî jî temaşe bikin.)

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
276 gün önce
1217 gün önce
1257 gün önce
1336 gün önce
1371 gün önce
1416 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=