Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

“roja zimanê dayîkê a cîhanê”

20 Şubat 2024, 15:01 - Okunma: 256

21ê sibatê “roja zimanê dayîkê a cîhanê” pîroz be

Bi navê Xweda ê dilovan, mîhrîban.

21ê sibatê li temamê cîhanê wek “roja zimanê dayîkê a cîhanê” tê pîroz kirin. Bi vê sedemê tê xwestin ku li ser rûyê erdê zimanê têne axaftin bêne paraztin û dewlemend kirin.

Ziman, ji bo çand û miletekî serbixwebûn, taybetbûn, daneheveke dewlemend ya çandî-wêjeyî ye û nişaneya kevneşopîyeka bi şax ûber û qewî ye. Ji bo milletekî ku bikaribe resen bifikire û xwe îfade bike ziman bingeheke herî girîng e.  Weke Haideger dibêje, “Ziman mala hebûnê ye.” Bêyî wî meriv nikare hebûneke xwerû li dar xwe. Bêyî wî meriv nikare rihê milletekî biparêze û li ser pîya bêhêle….

Ji bo ku zimanek bijî û dewlemend bibe pêwîstî bi du paldanka heye; divê ziman hem di qada perwerdehî û di qada ragihandinê de bê bikar anîn. Heke yek ji wan her du paldankan qels biba anjî ji holê rabe, wê  hebûna wî zimanî kevê hundure tehlûkeyeke mezin de. Ew ziman wê hêdî hêdî kevê ber sikrata de û wê bimre  û wê bê jibîrakirin. Zimanê Kurdî jî ji wan zimanê hejmardar ê li ser rûyê erdêye. Zimanê me, dewlemendîya meyî herî mezine ku zimanekî herî kevnar û qedîme. Pêşîvanên me bi vî zimanî jîyana maddî û manewî wetedar kirine.

Zimanê me ye a ku bûye bingeh ji bo rûhê netewî bê holê, nasnemeya netewî bê bidestxistin û bibe jiyîner. Bi nêrîneka hembêzkirane xwedî li zimanê xwe derketin pir giringe. Zimanê me heyîneka candar e, pêwîste ku em vî zimanî xwedî bikin, bi nan û av bikin, bi parêzin, biperisînin û pêşve bixin û hewl bidin ku di her qadê de bi kar bînin. Dibin emperyalîzma çandî de pêwîste ku em di her warî de xwedî li zimanê xwe derkevin. Pêşîvanên meyî wek Ehmedê Xanê, Melayê Cizirî, Feqîyê Teyran bûne wesîle ku ev ziman wek zimanê hûnerî û wêjeyî bigihîje heta me.

Lewra ji bo ku zimanek hebûna xwe bidomîne girêdahî bi  famûbawerîya milletbûna ên bi wî zimanî di axifin û hestyarbina wayî li ser xwedî derketina li çanda xwe ye.

Lê mixabin çawa ku genetîka her tiştî leyîstin û xerakirin zimanên emperyal zimanê me jî xerakirin an bi me dane jibîr kirin. Em bûne civateka wisa ku nikarin xwe bi zimanê xwe bidin îfade kirin. Mixabin gava ziman xerakirin civak jî pê re xerabû. Bi zimanê kî xeberdan di jîyana xwe de wan jî teqlîd kirin.

Li gor hinek lêkolîna ku zimanê Kurdî, ji alê xwedîbûna bêje û gotinan ve ku di dinyayê de zimanê herî mezin yê 9an e. Têra me bêje, biwêj û gotinên bav û kalên me hene. Ev xezîneyeka pir dewlemend gihandine heta îro. Lê mixabin bi asîmîle û tûnedîtina dagirkeran, me jî xwe bi ber bayê wan de berdaye. Em jibîr nekin ku ji zaroyên xwe re mîrasa herî bi qîymet a ku emê bihêlin; zimanê dayîka wa ye.

Zimanê Kurdî herî kêm ji alê 50-60 milyon kesî ve te axaftin. Di çar perçê Kurdistanê de paşeroj û rabirdûyeka me yî mûşterek heye. Bi tevî ku ji alê sê zimanê mezin ve ev serê çend hezar salîye ku tê asîmîlekirin jî ev ziman hê jî lipîya ye û pê tê xeberdan û gihiştîye heta me. Em jî destûr nedin ku bi destê me tûne bibe. Lewra zimanê me, temînata yekbûn û hebûn û pêşêroj û dahatûya zarok û nevîyên me ye. Di perwerdehîya zarokan de a ewil; perwerdehîya malbatî ye. Zimanê ku zarok pê naaxivin zimanekî li ber mirinê ye. Jiber vê yekê divfê em we hestyarîya xwe nîşanî zaroyên xwe jî bidin da ku ew jî xwedî li zimanê xwe derkevin. Em hay ji vê binbarîya xwe hebin.

Daxwaza me a ji dil û can ev e ku, em hêvîdarin ku rojêk bê li timamê dinyayê li pêşîya tu zimanê dayîkekê tu asteng û derbend nemînin, her kes bi zimanê dayîka xwe perwerde bibe û di her qadê de bi zimanê dayîka xwe biaxife.

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
276 gün önce
1217 gün önce
1257 gün önce
1336 gün önce
1371 gün önce
1416 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=