Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

GOTÎNÊ BAV U KALAN NEXŞÊ Lİ SER KEVİRAN

26 Kasım 2020, 20:25 - Okunma: 1539

Xweda bê erê heftîyê rojekê roja înê emê wan gotînên berê gotînên bav u kalên xwe bî şîrovekîrîneka kîn u khurt binivîsînin. Ev gotînên wan jî me re îro weka xezîna ne. Her yekê ji wan şîreteka bêhempaye.  Her gotînek bêguman lî ser meseleyekê, lî ser buyer u rudawekê hatîne gotîn. Hêvidarim ku em tev emê van gotina ji xwe re weka şîretekê qebul bikin.

1.Aqlê sivik barê giran

Ev gotîn; ji bu însanê kêm ‘aqil hatîye gotin.  

Jiber ku însanê kêm aqil pirê cara bi nezanî tevger u hereket dike, serê xwe jî u serê ên li dora xwe jî dixe belayê. Lewra aqil; nîmetekî wisa ye ku însan, bi vî nîmetî ji heywana tê veqetandin. Çawa ku em tev di zanin; ji ê bê ‘aqil re tê gotin dîn. Dîn jî ne li ba Xweda ne jî li ba ‘evda ne sucdarin.

Lêbelê ê kêm aqil; ji dost u hogirên xwe re nabin. Serê wa jî dîêşîne. Fêda wan tim li neyarên wan di be. Ji ber wê jî hatîye gotin; “Ji delva ku hevalekî teyî bê aqil hebe bira neyarekî te yî bi aqil hebe. “

2.Aşê nezana bê av digere

Însanê sâf u di dilê wade xarabî tuneye, di îş u kârên xwe de ne bikêr hatîne, Xweda îş u kârên wan li ev tîne. Ev gotîn jî lî ser vê rewşa van însana hatîye gotin.

Em tev jî bune şahit ku; îşê safika u nezana Xweda li ev tîne. Lêbelê ê xerap u li pey dek u dolaba hewqasî dixebitin u dilebitin jî dîsa dikin nakin carna jê îş u kârên wan li hev nayê. Pirê cara, pirê wan têr nan jî naxwon.

3.Axa axaya dajon axura

Temamê sinifê/celebê însana hizrê hev dikin. Lewra;

1-Însanê ku cudahî di navbera jîyana wa de heye yanî weka; dewlemendî u feqîrî, her yekî li gorî heddê xwe bi ê dî re danî u sîtandînê u miamele u kirarî dike.

2- Her kes hevalê xwe ji ê we ka xwe dineqîne.

 

4.Bi pirsê meriv diçe xursê

Meriv tim ji aqlê xwe ne qayîl be, di be ku meriv hemu tiştî nizanibe.

Xweda ê Teala gava ku însan aferandîye, tiştna pê daye zanîn u tiştna jî pê ne daye zanîn. Tiştê ku însan bi wan nizane jî bêguman hene. Tiştê ku Xweda bi însana daye zanîn jî bi hemu kesî weka hev ne daye zanîn. Henek însan hene zanîntîya wa zedeye, henek jê zanîntîya wa hema têra wa dike u henek jê jî nezanin, fama tî tiştî nakîn.

Xweda ê Te’ala di Quran’a Pîroz de wiha ferman kirîye ku: “Ku hun nizanibin ji ê zana bi pirsin. ” (1)

“Ê zana u ê nezan me di bine wekî hev?” (2)

Ku meriv di derheqqê tiştekî de nezan be u bixwaze hîn bibe pêwîste ku ji ê ku di heqqê wî tiştî de zaneye bipirse u hîn bibe.

Ustat Bedîûzzaman (R. a) dibêje: “Lewra însan eczeka wî yî bêdawî, neyarên wî yî bêhed u hîsab u xwedî hewcehî u feqreka bêdawî ye. (3)

Meriv çiqasî zana be jî yekî ji meriv hê zanatir çawa be heye. U zanayê zanaya jî XWEDA Ê TEALA ye.

 

5.Birîna xencere baş di be lê ya ziman baş nabe

Zimanê ne xweş, xeberdanê ne xweş jî xencerê pirtir meri diêşînin. Însan, bi xencer u kêrê çiqasî birîneka mezin bistîne bila bistîne, piştî wextekî ku tedawî di be ew birîna wî baş di be. Lêbelê însanê ku dilê wî ji xeberdanê nexweş şikestîye, heta mirinê ne wê ji bîr dike ne ew birîn baş di be. Dilê însan şibihandine şuşê. Gava ku şuşe bişikê, çawa ku nayê ceribandin eynî wisa gava dilê însanêkî bi ziman u xeberdanên tuj tê şikandin jî zu bi zu dilê wî însanî xweşnabe, lî ê ku dilê wî şikandîye runanê u lê venabe.

Nişejêr:

1- Nahl: 43/ Enbîya: 7

2- Suretê Zûmer: 9

3- Şu’a, Şu’a 2’yemîn, Fêkîya 3’yemîn

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.

RSS
© 2021 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=