Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

GOTİNÊ BAV U KALAN NEXŞÊN LI SER KEVIRAN-2

04 Aralık 2020, 10:36 - Okunma: 1655

1.Dizê havinê çile li xwe mukur e

Însanên ku gava pesnê xwe di din, di ber de bikî nekî kêmayiyên xwe jî gili dikin. Ev gotin jî ji bu însanê wisa hatiye gotin. Henek însan hene gava ku peznê xwe didin, di ber vê pezindanê de bi zanebun an ji ne bi zanebun diber de neqenci u kêmayiyê xwe ji dibêje u giliyê xwe dike. Heya wi jê tuneye ku giliyê xwe ji dike. Evêya ji xeberdana zede tê. Yekî ku beradayî xeber bi de u devê wi nesekine, di nav xeberdanê xwe de neqenciyê xwe jî wê bîne ziman u xwe dinav însana de rezîl di ke.

2.Gotinê Pêşiya Nexşê Liser Kevira

Pêwîste ku meriv tecrube u ceribandinê însanên berî xwe jibîr neke. Pêşîvan, ji ên pey xwe re dibine mînak u rêber. Bi tecrubên xwe ji ê pey xwe re dibine wek çirayê rîya wan ronahî kirine u dikin. Ku în di pey wan de hatine ji tecrubên wan ji xwe re dersa bistînin ewê di jîyana xwe de nekevine xeletî u şaşîyan. Ê ku ji tecrubê pêşîyên xwe ders u îbreta bistînin di nav dîrokê de hunda nabin. Lêbelê ên ku ji tecrubên pêşiyên xwe ders u ‘ibret nesitandine di nav dirokê de îro navê wan nayê xuyani.

İca çawa ku tê zanin nexşê ku li ser kevira tî çêkirin u nexşê li ser toza kevira tê çêkirin ne weka hevin.

Nexşê li ser toz u xwelîyê; bi bayekî hêdi an ji bi mudaheleyeka biçuk xera di be u radibe. Ti tiştek ti eserek jê namîne. Lê belê, ew nexşê ku li ser kevira hatiye nexşkirin, ku ev serê çend hezar sale hê ji ew eserên dirokî bi tevi nexşên xwe mane u xera nebune.

Dirok; tekerrur/du care kirin dike. Pêşîyên me di çi meseleyekêde heyîrî mabin u di çide jî serkeftin bi dest xistibin iro eyni ew mesele têne pêşiya me jî. Ku em jî iro, tecrubên pêşiyên xwe ji xwe re bikin rêber emê serkeftinê bidestxin. Lê na ku em bêjin; “De ka ê berê çi dizanin, ew zemanê berê bu, çu. İro, jiyana nujen cudaye çi, elaqa iro u a berê bi hevre heye” hingê emê tu tişti bi serîve nebin u emê di bin lingê civak u gelên ku qiymet dane u didine gotinên pêşiyên xwe de an emê bi ‘erçiqin, an ji emê ji bidine pey wa u dev ji kevneşopiyên xwe berdin jiyaneka bi rezili bi dominin.

Lazime ku gotinên pêşiyên me wek hafiza u hişê me bin. Ku yek hafiza/hişê xwe hinda bike çawa ku nikare tu tiştê ku li dora wi çêdibin fêm bike, xwe nikare qontrol bike, wê dema ku tê de dijî u rojên li pêşîya wî ne nizane bê wê çi bînin sere wî. Yanî wek dînaye. Ji ber wê em zanibin ku gotinê pêşiya weka dirokêne. Tim xwe nu dikin.

3.Kî Şiqitî Ew Şewitî

Evêya li ser însanê ji bu ku gava tiştekî zor u zemet u xetere hate serê heneka u ew însan nikaribin alîkarîya hev bikin pêwîste ku hingê her kes li çara serê xwe binê re hatiye gotin.

 Lewra di wê hengâmeyê de, kî xetayeka biçuk bike dibe ku zirareka mezin bê serê wî an jî bimre. Ji bu xwe xelas bike çi lazim be pêwiste ku bike.

Çiroka vê gotinê jî wisa ye ku;

Dibê çend pîrekê bêmirês u qirêjî li ber tendurê runiştine u xeber di din. Hevaleka wan jî tê u li ba wan rudinê. Serê vê hevala wan tije sipîne. Dike ku serê xwe bi ser agirê tendurê da daweşine u xwe ji wan sipîyan xelaske. Sipîyek di nav sipîyê nav serê wê pirekê de lê dirêne ku iş xerabe qîrekê dide sipîyê hevalê xwe u wiha dibêje: “Gelî hevala! Xwe baş bigrin. Kî şiqitî ew şewitî. ”

4.Mezina Ji Biçûka re Tiştek Ne hiştiye

Li ser tecrûbe u şîretên mezina hatîye gotin.

(Binêrin li; Gotinê Pêşiya Nexşê Li Sen Kevira)

5.Mirina Tevde Govende

Bela u musibetên ku bi hevre têne serê însana ew bela u musîbet sivik dibin. Musibet u belayên ku têne sere însanekî bi tenê, çiqasî biçuk bin jî pê giran tê. Lê belê musibeteka çiqasî giranbe jî, gava bi hevre tê serê meriv  sivik di be u weka musîbeta tê serê yekî bitenê ne girane u li meriv jî giran nayê.

Mirin; roja di jiyana insande a heri  zor u zehmete. Di vê rojê de ti kêf nayê bîra meriv . Dinya tev, malê dinyayê tev li ber çavê meriv  reş dibe. Çawa ku Resulê Xweda (silavê Xweda lê bin) di hediseka xwe yî şêrîn de wiha di bêje; “Wê mirana ku t’ema nîmetê dinyayê dibe, pir bînin bîra xwe. ” -Tirmizi 2307-

Govend jî; roja di jîyana însande a herî  bikêf u coş e. Di vê rojêde tu derd u keder nayêne bîra meriv.

Ev her du rojê ji hev cuda u ziddê/dijî hev bi piştdan u alikariya bi hevre xweş di bin. Di govendê de meriv  dibe şerîke kêf u eşqa xwedîyê govendê. Di mirinê de jî meriv  dibe şirîkê êşa xwedîyê taziyê. Çi îşekî giran hebe bila hebe, bi heval u hogira re zor u zehmeta wê diçe, sivik dibe. Pêwîste ku meriv di şîn u xweşîya heval u ên li der u dora merivin re ne ye bi wan re be. Ji bu ku ev tişt hatin serê meriv jî, meriv li dora xwe heneka bibîne.

6.Mişk Ne Diçu Qula Xwe Rabu Çilo Jî Bi Duvê Xwe ve Girêda

1- İnsanekî ku li derekê, li ba heneka sitirîbe rabe henekê dînê jî bi xwe re bîne wirê ewê cî yê xwe jî xera bike.

2- Însanê ku barê ji qeweta xwe zêdetir li pişta xwe dikin ewê di bin wî barî de bimînin.

3- Henek însanê sucdarî ku aqil negirin u xetayên xwe f’am nakin radibin dîsa wan xetayên xwe dikin. Lewra henek însan hene, xeta u sucê ku dikin, hê ev xeta u sucê ku kirine di nav insana de ne hatiye jibîr kirin suc u xetayeka hê mezintir dikin. Ji xeta u sucê ku kiriye ti dersekê nastinin. Carna jê ji henek însan xeteyekê dikin u sucdarin, radibin sucdarnê weka xwe di parêzin.

7.Mişk Ne Diçu Qula Xwe Rabu Şêlimek Jî Bi Duvê Xwe Ve Girêda

 ( Binêrin li; Mişk Ne Diçu Qula Xwe Rabu Çilo Jî Bi Duvê Xwe ve Girêda)

8.Tirs Apê Rovîye

Ew gotin; Ji bu însanê bi fen u dolabên ku gava bîna tirsê dikin ji tirsa ji wir direvin u diçin hatîye gotin.

Rovî; Heywaneka pir bi fen u dolabe. Lê pir jî tirsoneke. Îca insanê weka rovî bi fen u dolab u konene ji pir tirsonekin. Gava ku li ciyekî bîna tirsê dikin di cîde ji wir direvin, li wir namînin. Bi tenê dikarin insanê kêm aqil u ehmeq bi xapînin. Însanê qulebaz;  heta  iro ji xeynî insanê sâfik ne xapandine. Çima? Lewra zanin ku nikarin li dora insanê biaqil bigerin u wa bixapînin.

 

9.      Zimanê Kin Serê Rihet

Ev her du şîret ji vê gotinê tê ne famkirin ku;

1-Însanê ku dikari be bi zimanê xwe bigre ewê serê xwe ji bela u teqqe reqqê xelas bike.

2-Ê ku beredayî soz u wada nede ewê serê wî rihet be.

Yekî ku li devê xwe xwedî derkeve u li her cîyî u civatê çi tiştê were ber devê wî nebêje evîya heta  ku sax be ewê serê wî rihet be. Lê ê ku tu cî jê re firq neke, hema  çi were ber devê wî li ba heval u neyarên xwe bîne ziman hingê serê vî însanî jî, ji belayan u teq e reqê xelas nabe. Lewra xeberdanek piştî ku ji nav lêvê meriv  derket, îdî meriv  dibe êsir u dîlê wê xeberdana xwe. Her gotina ku heqe, her çiqas heqê meriv be jî lê ne heqê merive ku vê gotina heq meriv li her derî bêje.

10.Zimanê Leq e leq Seriyo Teq e req

(Binêrin li; Zimanê Kin Serê Rihet )

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.

RSS
© 2021 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=