Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

PERWERDEHîYA BI ZIMANÊ XWE

10 Ekim 2020, 14:54 - Okunma: 3656

Ziman jî weka gel tiştekî dîrokî ye. Hebun, çêbun u pêkhatina wê ne bi îrade u xwesteka meriv e. Xweda meriv li ser kîjan gel u zimanî afirandi be evêya nayê guherandin. Ziman jî yek ji wan unsurên bingehîyên ku gelekî tînine holê ye. Gel u ziman ji hev nayêne veqetandin. Bê welat/dewlet meriv dikare bijî. Lê belê ku ziman bê hinda kirin ew gel jî dimire.  Ji ber vê, ti kes nikare vî heq u mafî ji ti kesî bistîne u lê qedexe bike. Îcar ji xwe ew avahîya ku navê wê dewlet e, qe nikare li gelekî ku di bin desthilatdarîya wê de ye zimanê wan li wan qedexe bike, wan tune bihesibîne, zimanê wan bi wan bi de jibîr kirin u wan asîmile bike. U dîsa ev avahîya ku navê wê dewlet e, qe nikare li ser temamê gelên ku ew anîne holê bi wan zimanekî bi tenê bi de xeberdan, bi de perwerde kirin u di nav xwe de bi ke fermî. Nikare zimanekî bi tenê derxe peş u van zimanê ku di nav tuxub u sinirê wê de têne xeberdan bi de jibîr kirin. Erk u wezîfa dewleta a ewil ev e ku, pêşî ewê li ser xelqê xwe adil be u zilm u neheqîyê li ti kesî neke. Welatîyên xwe biparêze u bişixule ji bu welatîyên wî di nîvengeka ewlehî de bijîn. Tendurîsî u perwerdehîyan wan belaş bike u ti zimanekî xelqekî ku di bin ala wê de dijîn qedexe neke, neyartîyê bi ti çand u olî re neke. Heke ne wisa be ew dewlet, nikare ji xwe re bêje “ez deweleteka civakî me”, “ez dewleteka li ser maf u edaletê me.”

Bêguman heta îro kî hatîye li dewleta tirkîyê bune îktîdar u desthilatdar fikr u armanceka wan bi tenê hebuye. Ew jî; “parastina yekbuna zimanekî, yekbuna gelekî, yekbuna welatekî u yekbuna alayekê.” Di perwerde u xeberdana li qadên qamuyê de ji xeynî zimanê tirkî ne hiştine ku bi zimanekî dî bê xeberdan. Ev nêzî sed salîye bi vî hawî di dome.

Mixabin heta vê ga ku hewqas qedexe li ser zimanê gelê Kurdî ku ew jî li vê heremê dijîn u ku ew jî yek ji xwedîyên vê herema qedîm u kevnare ye dîsa jî zimanê vî gelî bi wan nikaribune ku bi wan bi dine jibîr kirin. Hê nu nu çend sal berê ew jî weka ku henekê xwe bi me dikirin bi nava “dersên bijartî” dersên Kurdî jî anîn xwestin ku di  dibistana de bidin xwendin. Çavê wan vê jî bar neda tev tevlîhev kirin ku ji bu ti kes vê dersê nehilbijêre. Ya gotin “mamoste tine ne”, yan jî gotin “kes naneqîne nexwe ne hewceye.” Vê ga jî hema bêje rakirine. Ên di zanîngeha mamosteyên ku spartekên bi zimanê kurdî dane xwendekarên xwe wan ji wezîfê wan avêtin. De ka hun vê nakokîyê dinêrin. Winê derxin, ê ku bi ke jî di be sucdur. Ev di edaleta kî de heye.

Lê mixabin nakokîya herî mezin jî eve ku; Di herba yekemîn de bi vî gelê meyî mêrxas bi Kurdan re di herbê de li hember îngilîza ku herb kiribun u ji khulare wan ji welat derxistibun îro axaftina bi zimanê wan îngilîzan ku buye sedema rumet u pêşveçunê lê belê zimanê hevalên wayî ku di xelasîya wan de di milê wan de bi wan re li hember neyaran herb kiribun qedexeye…

Heke ji dil hiquq u mafên welatîyên xwe li ser hemu tiştî digirin pêwîste ku hun mafên temamê gelen ku di bin ala we de dijîn bidine wan. Heke biçek wefa bi we re hebe îro nêzî 25 milyon Kurd di bin ala Tirkîyê de dijîn lê belê he ku dibistaneka wan tine be, hê ku bi zimanê xwe nikaribe di qadeka qamuyê de derdê xwe bêje, hê ku nikaribê ji bu ku xeta xweyî mobîlê biguherîne bi zimanê xwe biaxife, hê ku nikaribe di dadgehan de xwe bi zimanê xwe biparêze, hê nikaribe u hê nikaribe… Ev win çawa adilin, civakî ne u hiquqî ne u win dibêjin em birane. Hebe tinebe tiştê win ji biratîyê famdikin; biratîya Kabîlî ji Habîl e. Ji vê pêve ne ti tiştê dî ye.

Ya rastî zimanê me ku hêdî hêdî tê ji bîr kirin ne sucê desthilatdaran bi tenê ye. Ka em ji xwe jî bipirsin em çiqasî xwedî li zimanê xwe derdikevin. Xwedê bê erê di nivîseka dî de jî emê li ser vê bisekinin. Bimînin di xêr u xweşîyê de.

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.
Yazarın Diğer Yazıları
268 gün önce
1209 gün önce
1249 gün önce
1329 gün önce
1364 gün önce
1409 gün önce

RSS
© 2024 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=