Lütfen bekleyin..


Îbrahîm ÊLIHÎ

GOTÎNÊ BAV U KALAN NEXŞÊ LÎ SER KEVÎRAN -4-

30 Aralık 2020, 14:42 - Okunma: 2282

1. Gavan ber bi mal bu, jina gavan ber bi kâr bu

 Henek însan hene ku bi rastî ne jêhatî u xebatkârin. Lê ji bu ku xwe li ber çavê însana jêhatî bidine nîşandan carna jê henek karan dikin ku di çavên wan kesan de xwe jêhatî didine nîşandan.

İnsanê dû rû kârê wa tim ev e. Gava ku bi tenê ne weka tirala zexelin. Ji îbadetê xwere sistin, qesîsin, neheqîyê dikin, ji dê u bavê xwe re ne başin, ji malbata xwe re wek xerîbane… (hwd). Lê bele ev însanê ku wisane, gava ku yekî xerîb yan jî yekî ku biwan nizane tê ba wan, di cî de dibine însannê jêhatî, însannê abid, însannê merd, însannê dilovan, însannê di xizmeta dê u bavê xwe de…(hwd).

Ev însanê wisa pirê cara jî di hev dîtinê kin de meriv bi wan dixape.

2. Golikek navê garanekê xera di ke

Evêya ji bu paraztin u mihefezekirina şexsîyeta xwe hatîye gotin.

İnsan; çiqasî başbin jî, xerabî li dora wan tinebin jî yekî ku pêve girêdayîye xerabîyeka ku dike navê wîyê qenc jî bi xwer e xera di ke. Ji ber vê, ê ku bi heve girêdayîne pêwîste ku ji şexsîyet u kesayeta xwe zêdetir şaxsîyet u kesayeta ên pêre ne bi fikire. Ni kâre bêje; “Ez çibikim zirara wê ji min re ye ma ji we re çîye!”

Carna jê, însanek ku tiştekî nebaş dike însanê ku pêve giradeyîne jê pirtir zirarê dibînin u li ber çavê însana biçuk dibin şexsîyetawa di keve binê linga.

Mesela; Qîz u kûrê malê ku tiştekî ne baş dikin, pêşî serê dê u bavê xwe bira u malbata xwe dixine ber wan u wa di nav însan u civakê de rezîl dikin.

Yekî ji welatekî be xerabîya wî, navê welatîyên xwe tevî xera dike.

Yekî bi cema’et u sazumenekê ve girêdayî be, xerabîye wî, navê wê cema’et u sazumana jî teva xera dike.

3. Kebanîya heft mala ye ne dixwo ne didi hevalê xwe

Li ser însanê dewlemend u thima u qesîs hatîye gotin.

İnsanê ku dewlemend bin u merd bin hem malbata wan hem jî ê li der u dora wan ji wan fêde dibînin. Lê ê ku çikuz u tima bin ne di xwon ne jî didine xwarin. Lewra ê ku nizanibe bixwo mixabin nizanin bidin xwarin jî.  

Merdîtî; bi hawê ku meriv nekeve îsrafê tiştekî başe u hatîye pesindan. İsraf; jî tiştekî ne başe u hatîye qedexe kirin. Lewra Xweda ê Te’ala di Qur’ana Pîroz de wiha dibêje: “İnsanê ku îsrafê dikin/bereday didin birayê şeytanin. Şeytan jî, ji Rebbê xwe re pir nankor e.” (1)

Dest girtîbun u çikuzîtî ne yekin. Dest girtîbun; pere u malê ku di destê meriv de ye di cîyê wê de bê xerckirin e. Çikuzîtî jî; Ku di destê meriv de pereyek an jî malek hebe, bi vî pere u malî çiqasî îhtîyacîya meriv hebe jî xerc neke u nexwo. Evêya jî dibe sebebê ku çavê malbat u zaruyê meriv li destê xelqê be. U îsraf jî dibe sebebê perîşanîya mal u malbata meriv.

4. Kera barê te ne lê ye ti çima dajoy

Henek jê hene ji dêlva ku ji bu berjewendî u menfeetê mabat u gelê xwe bixebitin radibin ji bu xelqê dî dixebitin, ji bu malbata wan re ti xêreka wan tineye lê belê ji xelqê re bav u birane. Ev gotin ji bu însanê wisa hatîye gotin.  

Lazime ku meriv tiştê ku bike jê fêde bibîne. Gava ku tiştê meriv bike fêda wê ne li meriv ne jî li ti kesê din be ne hewceye ku meriv beredayî xweydana xwe di ber de birjîne. İnsanê aqilmend, ne ji bu gelê xwe u ên ku di eynî bawerîyê de ne ji bu wan dixebitin u dixwazin tiştna bikin.  

 

5. Ku Ker Kete herî yê Ji Xwedîyê Wê Çêtir Tineye Raje Tirîyê

Evêya liser ku meriv têkeve tengasîyekê bê pêşî heqê kî ye ku pêşî di hewara meriv de we re hatîye gotin.

Ku meriv têkeve tengasîyekê, ê ku pêşî di hewara meriv de tên dîsa xwedî u naskirîyê meriv in. Ku bela u musîbetek hate devê derîyê meriv ê ku xwe di ber meriv de bi êşînin u hetta xwe bidine kuştin dîsa xwedîyê meriv in. Ji ber vê jî dînê me İslam, pir ehemmîyet daye meriv antîyê/sila-î rehmê. Yanî rihma li xwedî u naskirîya kirin. Ji bu ku di roja teng de naskirîyê me di hewara me de werin, lazime ku di rojê fireh de me qedr u qîymet da be wan. Di rojên firehde me derîyê xwe liber wa negirtibe. Ku em di roja firehde derîyê xwe li ber xwedîyên xwe bigrin, ewê jî di roja teng de derîyên xwe li ber me bigrin.

 

6. Mêvan ji mêvana ‘acize xwedîyê malê ji her du ‘acize (2)

Ev gotina xweş li ser însanê ku her car u li her derî li xwe di fikirin, egoîstin hatîye gotin.

İnsanê ku tim li xwe di fikirin naxwazin di ti tiştî de henekên dî bibine şirîkê wan. Tiştê ku di destê wan de ye naxwaze bi ti kesî re parve bikin. Ne xweşîyên xwe ne jî nexweşîyên xwe bi ti kesî re parve nakin. Di xwazin ku tim xweşî para wan be, parîyê xwey di teyfika wan de be.

İnsanê ku tim u daîm li xwe di fikirin, gava ku diçine derekê mêvandarîyê na xwazin li wê malê ji xeynî wî kesêdin hebin. Di bê qey gava mevannê din hebin ewê xwarina li bere bixwon. Gava ku mêvan bi vî hawîbin u ji ev ne razîbin, wê carê xwedîyê malê ji her du mêvanê xwe aciz dibe. U ji wan re xizmeteka li gorî dilê wan nake wa xweşik na mazuvanîne.

Yekî ku bêje ez mu’mînim, lazime ku bawer bi ke ti kes nikare rizqê kesî bi xwo. Her kes rizqê xwe dixwo. Heta roja dawîyî ku emê li vê dinyayê bijîn wê Xweda ê Te’ala rizqê me bi de me. Gepek rizqê me li kur be bira bibe emê harin wirê u wê gepa nanê xwe bixwon. Em di zîndanade di pişta heft derîyade bin jî tiştekî ku rizqê me be wê were me bibîne. Tiştê ku para meriv be, welew bi keda xwe, welew bi keda henekên dî ewê bibe para me.

7.Mirina bizinê tê di çe nanê şiwan dixwo (3)

Bav u kalên me vê gotinê li ser qeza u qederê gotin e.

Bawerîya bi Qeza u Qederê jî, ji me misilmana re şertek ji şertê îmanê ye. Heta ku meriv bi vî şertî jî îman neyîne îmana meriv ne li cîye u meriv na be mu’min.

Qeza; Tiştê ku ji alê Xweda ve têne zanîn u gava ku wext u cîyên wa tê çêbuna wa tişta ye. Mesela; yekî ku mirina wî bi hawê ku wê di avê de bixeniqe be, gava ku mirina wî u ecelê wî tê, bi lingê xwe u îmkanê xwe di çe ber wê avê u dikeve wê avê u di xeniqe.

Qeder; Zanebuna Xweda yî ji ezel heta ebed, bi îlm u zanebuna xwe yî bê dawî ye, çi tiştên ku bune u wê bibin, wext u cîyê wa yî ku wê lê bibin u bê wê bi çi hawî bibin e.

Di derheqqê hemu tiştî de, ên çebune u ên hê çênebune u ên hê wê çêbibin li ba Xweda tev hatine nivîsandin. Çi tiştê ku çêdibe u tê meydanê li gorî wî hawê ku hatîye nivîsandin çê di be. (4)

“Bêguman Me her tişt bi pîvan afirandiye. Fermana Me (ji bo çêkirina her tiştekî) carek e; wekî miçkirin û vekirina çav e.” (5)

8. Xwarina du kebanîya ya şore yan jî kelêye

Ev gotin jî gotineka pir xweşe ku li ser şirîkantîyê hatîye gotin.

Ku di malekê de du kebanî hebin u her yekê li gorî serê xwe îş u kâr bike, di wê malê de ti pergal u sazumantî namîne. Lewra her yekê ewê kâr u bârê malê li hêvîya a dî bihêle u ne ewê bike ne jî a dî.

Yan jî di be carna jê jî vê neqlê her du jî heya wan ji hev tunebe u bêje; “belkî wê ne kirîye kâ ez bikim qene.” Bivî hawî henek tişt ewê deh cara bêne kirin. Hingê jî ewê di wê malê de îş u kârê bêne kirin ewê ji rê/çerxê derkevin. Kî we re hema ewê eynî karî bikin u karê din jî ewê neyê ne kirin.

Ya rastî ku di kaînatê de jî heke ti şerîk u heval ji Xweda re hebuna, ma di vê gerdun u kaînata bê serî u bê binî de ti pergalek u ser u bertî dima. Ewê yekî bi gota: “Bira îro tav be”. Ê dî wê bi gota: “Na bira baran be”. Yekî ewê bi gota: “Bira şev be “, ê dî ewê bi gota “bira biroj be” … (hwd) bi vî hawî jî ji me însanara ti heyat u jîyan ne di ma. Lê belê ku temamê zanyaran jî di bêjin u qebul jî dikin ev serê çend milyar salî ye ku kaînat heye u ti rojekê ti bêpergalî ti carî çêne bu ye.

 

Roj; ji roja ‘ewil de di kur de diavê je dîsa di wir de diavê je, di kur de di çe ava dîsa di wirde di çe ava. Roj u şev, demsal u sal; ji roja ‘ewil de di pey hev re tên. (6)

Nişejêr:

1- Sûretê İsra:  27

2- Mêvan ji mêvan nexweş xwedîyê malê ji her dû ya nexweş

(Bnh; Mêvan Ji Mêvana ‘Acize Xwedîyê Malê Ji her Du ‘Acize)

3- Gava ecelê mirustangê tê perê wê çê di be.

Gava ecelê mîro tê perê wê çê di bin.

Gava ecelê kerê tê di çe nanê cotkâr dixwo.

(Binêrin li; “Mirina bizinê tê di çe nanê şiwan dixwo.”)

4- Ên ku bixwazin di derheqê qeza u qederê de agahdarîya zêde hînbibin dikirin RİSALA NUR a Ustad Bedîuzzaman bixweynin.

5- Suretê Qemer: 49-50

6- Çîroka aşê Şikrîmo:

Xweda Yeke u Bitenêye: Rojekê Cîgerxwîn, li çolê laqayî şivanekî dibe. Ji wî şivanî wiha dipirse:” Şivano ti ji kîjan dînîyî? Şivan:” Elhamdulîllah ez misilmanim” dibêje. Cîgerxwîn di xwaze ku vî şivanî di bawerîya wî de wî têxe şiphê u hişê wî tevlîhev bike. Dibê “De kâ bê je; Ti çawa zamî ku Xweda yeke?! eval u şerîkê Wî tinene?” Şivan:” Pir rihete. Ez vêya ji aşê Şikrîmo zanim. Cîgerxwîn:” Çawa yanî “Şivan:” Li gundê me Şikrîmo hebu u aşê wî hebu. Di-sê kurê wî jî hebun u pêre dişuxilîn, alîkârîya bavê xwe dikirin. Heta ku Şikrîmo sax bu ev aşê ha baş dişuxilî u digerîya. Lê belê piştî ku Şikrîmo mir ti kesî ji wî aşî ti xêr nedî. Çima ti zanî? Çimkî zaruyê wî her yekî ji ê dî re digo;” Ez naçim ber aş ti hare. Ê dî digo ti hare ez naçim…Bi vî hawî ji wan zaruya ti kesî wî aşî neşuxiland. Ew aş jî rizîya u çu. Ava! Ez ji vî aşî fêm dikim ku Xweda yeke u ti haval u şerîkê Wî tinene. Ku eval u şerîkê Wî hebuna, ev gerdun u dinya hayî ku bi sazumane ma bi vî hâwî dewam dikir! Ewê jî weka aşê Şikrîmo tev bin gohê ev biketana newisa! Li ser vê bersiva şivan, Cîgerxwîn serê xwe dixe ber xwe u bi rîya xwe ve diçe.

  • Bu haberi paylaşın:
UYARI: Konuyla ilgisi bulunmayan, hakaret içeren cümleler veya imalar, inançlara saldırı, şiddete teşvik ve tamamı büyük harfle yazılan yorumlar onaylanmamaktadır.

RSS
© 2021 - Batman Basın
bmV0aGFiZXJ5YXppbGltaS5jb20=